Hêzên Amerîkî li Nêzî Efrînê Operasyonek Pêk Anî

Hêzeke Amerîkî ya Taybet şeva çûyî operasyonek li bakur rojavayê Sûrîyê li nêzî sînorê Tirkîyê pêk anî.

Li gor agahîyên hatine belav kirin, operasyona Amerîkî nêzî kampa Atmê li Îdlibê û gundê Dêrbelûtê yê bi ser nahîya Cindirêsê ya Efrînê ve pêk hatiye.

Dor vê operasyonê rojnamevan Hoşeng Hesen ji me re got ku hêza Amerîkî daxistin ji firokeyan kirine û xwestine serkirdeyekî mezin bigrin, ku nayê zanîn ku ew yê DAIŞ'ê yan El-Qaîde ye.

Herwiha Hesen got ku: “Çekdarên ku parastina wî serkirdeyî dikirin bersiv dane hêza êrîşkar û di pevçûn navbera wan de derketîye û nêzî 3 demjimêran dewam kiriye”.

Ji alîyê xwe ve Pentagona Amerîkî ragihand ku wan operasyoneke serkeftî li dijî terorê li bakur rojavayê Sûrîyê pêk anîye, ku tu zîyan di nav hêzên Amerîkî de çênebûne.

Her di vê çarçovayê de Hesen eşkere kir ku: “Berî çend demjimêran ji destpêka operasyonê firokeyên Amerîkî li bargeha Xirabişik ya li başûrê Kobanê daketibûn, loma tê hizir kirin ku operasyon ji wir de destpê kiriye”.

“Hin çavkanî dest nîşan dikin ku roleke Hêzên Sûrîya Demokratîk di vê operasyonê de hebû, ku piştî çend rojan ji têkbirina êrîşa DAIŞ'ê ya li ser girtîgaha Hesekê pêk hatiye”, Hesen dîyar kir.

Girêdayî devera ku operasyon lê pêk hatiye, Hesen bi bîr xist ku: “Du sal berê li nêzî vî cihî lîderê DAIŞ'ê Ebûbekir El-Bexdadî hatibû kuştin, ku ev herêm jêr destê Tirkîyê de ye û veguherîya wargeheke ewle jibo komên tundrê û terorîstan”.

Hesen wiha pêde çû: “Gelek belge û raportên ku têkilîya DAIŞ, El-Qaîdê û gelek terorîsên bîyanî bi Tirkîyê re eşkere dikin hene, ku Tirkyê hêzê dide van koman tevî ku li ser lîsta terorê ya navneteweyî ne”.

Her di vê mijarê berpirsê nivîsgeha ragihandinê ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî di twîtekê de got ku hêzên wan dê bidin pey terorîstên DAIŞ'ê, li ku derê dibin bila bibin, ji Hesekê heta Efrîn.

Herwiha Şamî pirsî ka çiqas lîderên DAIŞ û El-Qaîde hîn di sîya parastina Tirkîyê de ne, nemaze piştî vê operasyona dawî ya Amerîka.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_02_03_2022_Operasyon_Amerîka_Îdlib_Efrîn