Wezareta Derve ya Amerîka îro Pêncşemê ragihand ku qedexeya rêwîtîya hemwelatîyên Amerîkî ya Koreya Bakur saleke din hate dirêj kirin.
Wezaretê dîyar kir ku bi sedema gefên berdewam yên girtina Amerîkîyan li Koreya Bakur biryara dirêjkirinê hate dayîn.
Amerîka û Koreya Bakur vê gavê danûstandinan didomînin ku reqbûn û alozîyên heyî nermtir bikin.
Serokê Amerîka Donald Trump û rêberê Koreya Bakurî Kim Jong Un di Hezîranê de hilcivînek pêk anîbû.
Lê, geşbînîya heyî di dema dawî de kêm bûbû û serdana plankirî ya Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo hatibû betal kirin, jiber ku Trump gotibû ku di warê bênavokîbûnê de bi têra xwe pêşketinên çênebûne.
Qedexeya rêwîtîyê di 1’ê Îlona 2017’an de ketibû jîyanê û li ber bû roja Înê bi dawî bûbûya.