Qesira Sipî: Vekişîna Hêzên Amerîkî ji Sûrîyê Destpê Kir

Qesira Sipî îro Çarşemê ragihand ku leşkerîya Amerîka dest bi vekişîna hêzên xwe yên li Sûrîyê kiriye, piştî ku Serok Donald Trump ragihand ku DAIŞ li Sûrîyê hate têkbirin.

Berdevika Qesira Sipî Sarah Sanders bi daxuyanîyekê ragihand ku di vê demê de ku qonaxeke nû ya şerê dijî DAIŞ’ê destpê dike, hêzên Amerîkî dest bi vekişîna ji Sûrîyê kiriye.

Sanders da zanîn ku têkbirina DAIŞ’ê wateya dawîbûna operasyonên dijî DAIŞê nade.

"Welatên Yekbûyî yên Amerîka û hevalbendên wê di rewşeke amade ne ku berjewendîyên Amerîkî di hemî astan de biparêzin û emê bi berdewamî bixebitin ku nehêlin radîkalên Îslamî herêmên nû têxin bin kontrola xwe û bikaribin êrîş bibin ser tixubên me.”

Berdevikê Wezareta Berevanî Kolonel Rob Manning jî ji VOA re got ku ew vê gavê bi berdewamî ligel hevkarên xwe yên xwecîhî dixebitin.