Amerîka 2 Karsaz û Parlamanterekî Lubnanî Dixe Lîsta Toleyan

Postereke Cemîl Sayîd li Gelîyê Bekaa (Arşîv)

Wezareta Xezîne ya Amerîka îro Pêncşemê 2 karsazên Lubnanî û parlamanterekî nêzî Hizbullahê, bi sedema bertîl û perexwarina berfireh xistin lîsta toleyan.

Wezareta ragihand ku ew kes bi wan kiryarên xwe bûne sedema lawazkirina serwerîya qanûnê ya li Lubnanê.

Karsaz Cîhad el-Ereb, ku nêzî Serokwezîrê Lubnanî Saad Harirî û Dany Khoury yê nêzî sîyasetvanê Krîstîyan Gebran Bassil jiber rola wan ya dizî û bertîlê ya di kontraktên dewletê de hatin ceza kirin.

Parlamanter Cemîl Sayîd jî jiber hewildana derxistina 120 mîlyon dolaran ji dervayê Lubnanê ya bi armanca kete nava lîsteya toleyan.