Amerîka ji Tevgeriyanên Çînê Yên li Nêzîk Taywanê Nerazîye

Aloziyên di Navbera Çîn Û Taywanê de

Amerîka roja Yekşemê tevgeriyanên Çînê yên "Gurkirin" û "Têkdana tenahiyê" yên li nêzî Taywanê şermezar kir, piştî ku firokên bombe havêj yên Çînê bo cara yekê di dîtokê de ewqas zêde çûne di nava bihavê berevaniya esmanî ya Taywnê de.

Peyvdarê bi navê Wezareta Karên Derve ya Amerîka Ned Price di daxuyaniyekê de got "Amerîka hest bi nerihetiyek mezin dike, ji ber tevgeriyanên Komara Millî ya Çînê yên leşkerî û gurkirinê li nêzîk Taywan, ku dê bibin sedema nerihetiyê û dê berpirsiyar be ji derencamên neçaverê kirî û têkdana aştî û tenahiya li herêmê."

Herwiha Reuters ragihand ku Amerîka hişyarî daye Çînê ji ber wan tevgeriyanên leşkerî ku di maweyê 3 rojan de 100 firokên şerker çûne di nava bihavê berevaniya esmanî ya Taywanê de.

Wezareta berevaniya Taywanê ragihand bû ku di roja Înê, Şemiyê û îro Yekşemê de Çînê firokên xwe hinartine herêmê, tenê roja Şemiyê 39 firoke hatine, ev jî hejmara herî bilind ya ku tê ragihandin heta niha.

Daxuyaniya wezareta derve ya Amerîka dîsan gotiye "Em ji Pekînê daxwaz dikin ku dev ji tevgeryanên xwe yên leşkerî, dîplomatîk û zext û zora aborî li dijî Taywanê berde. "

Ned price dîsan got, Amerîka her tim berjewendî di aştî û tenahiya li dertenga Taywan de dibîne, û dê berdewam bin li ser piştevaniya Taywanê "Heta ku bi temamî bikare xwe biparêze."

Ned di daxuyaniyê de zêde kir û got, "Sozdariya Amerîka li hember Taywanê gelek qahîme û dê beşdarî parastina aştî û tenahiya li herêmê û dertenga Taywanê bibe."