Amerîka Medyakarê Rûsî bi Binpêkirina Toleyan Tawanbar Dike

Medyakarê Rûsî Dimitri Simes

Wezareta Dadê ya Amerîka îro Pêncşemê ragihand ew medyakarê Rûsî Dimitri Simes û xanima wî Anastasia Simes bi binpêkirina toleyên Amerîkî tawanbar dike.

Simes yên ku li Virginia dijîn bi du planan têne tawanbar kirin.

Li gor ragihandina wezaretê, di îdianameyekê de tê gotin Simesan jibo Channel One Russia ya Gulana 2022’yan ket lîsta toleyên Amerîkî fon hazir kirine û toleyên Amerîkî binpê kirine.

Di îdianameya duyê de jî tê gotin ku Simesan jibo berjewendîyên olîgarkê Rûs Aleksandr Yevgenyevich, ku Sibata 2023’yan dijî wî tole hatibûn ragihandin, tole binpê kirine û ew bi vê yekê tê tawanbar kirin.

Simes demekê wek rêberê Center for National Interest dihat nas kirin ku wê sazîya fikran berevanîya pêşvebirina peywendîyên Amerîka û Rûsya dikir.

Ew sala 2022’yan ji wir derket û jibo ‘’Big Game’’ ya Channel One Russia moderatorî dikir.

Tevî ku mala wî û xanima wî li Huntly, Virgina heye jî dozger dibêjin ew bawer dikin ku ew revîne û niha li Rûsya ne.

Jêder: Reuters