Wezareta derve ya Amerîka wê niha hema-hema ji her kesekî ku dixwaza vîza Amerîkî wergire agahiyên medya civakî, email û telefonê bixwaze.
Li gor van pîvanên nû, her kesê ku bixwaze vîza koçberiyê yan ne koşberbiyê wergire, divê hesabên xwe yên medya civakî, emailên xwe û jimarên xwe yê telefonê ku di 5 salên borî de bikar anî ragihîne.
Berpirs dibêjin ev pîvan wê nêzîkî 15 milyon biyanî vehewîne. Tenê yên ku vîzayên dîplomatîk û vîzayên fermî werdigrin dibe ku nekevin bin bandora van pîvanan.
Daxwazkerên vîza wê her wiha bên pirsîn ka kesek ji malbata wan tevlî çalakiyên terorîst bûye yan na.
Ev pîvanên nû di meha Adara sala 2018ê de hatibû pêşniyarkirin.