Amerîka Çekên Giran Difroşe Okranya

A man inspects his house, which was damaged by recent shelling, in the government-held village of Novoluhanske, Ukraine, Dec. 19, 2017.

Amerîka çekên giran ji Okranya re dabîn dike ji bo alîkariya şerê cudaxwazên ku piştgiriya Rûsya werdigrin li rojhilata welêt.

Wezareta derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de doh Înê got biryara dabînkirina “şiyanên berevanî yên pêşketî” ji bo Okranya, ew beşemek ji “hewlên alîkariya Okranya bo avakirina şiyanên dem dirêj ên berevaniya serwerî û serbixweyî ya axa xwe.”

Daxuyaniyê got alîkariya Amerîka ji bo berevaniyê ye.

Berî ragihandina wezaretê, raporteka tilfizyona ABC got” alîkariya 47 milyon dolar, ew firotina 210 moşekên dijî tankan û 35 avêjkerên wan vedihewîne.”

Wezareta derve piştrast nekir ku ev çek dê di nav wê alîkariyê de ne.

Tê zanîn, serokê Amerîka Donald Trump banga pêwendiyên baş dike li gel Rûsya, lê diyare ev gav dê gefê bide ser pilana wî.