General: Ukrayna Sîstemên Rokêtên HIMARS Yên Amerîkî Bi Kar Tîne

Generalekî payebilind ê Ukraynayê roja Şemiyê got, sîstemên rokêtên HIMARS yên ku ji aliyê Amerîka ve tên peydakirin, li ser erdê kar dikin û li deverên di bin dagîrkeriya Rûsyayê de li Ukraynayê dixin.

Serkirdeyê fermandariya Giştî ya Ukraynayê Valeriy Zaluzhnyi li ser Telegramê nivîsî: "topavêjên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê bi jêhatî li hin armancan xistin, armancên leşkerî yên dijmin li ser axa me, Ukraynayê."

Karbidestekî Ukraynî roja Şemîyê got ku hêzên Rûsîyayê roja Înê bajarokên Sievierodonetsk û Lysychansk li rojhilatê herêma Luhansk topbaran kirin, û ketin nav kargeheke kîmyayî ku tê de bi sedan sivîl asê mabûn.

Ukrayna roja Îniyê gotibû ku leşkerên wê hatine fermankirin ku ji Sievierodonetsk vekişin ji ber ku pir hindik maye berevaniyê bike piştî çend hefteyan ji şerên dijwar, ku ji bo Ukraynayê paşveçûna herî mezin e ji dema windakirina bendera Mariupol di Gulanê de.

Pêşketinên Rûsî yên herî dawî xuya dikin ku Mosko nêzîkî kontrolkirina Luhanskê, yek ji armancên Putin, dibe û xwe amade dike ku Lysychansk bibe xala sereke ya bê.

Çavkanî: Reuters