Amerîka Dibêje Rûsya Hewl Dide Bi Riya Tirkiyê Xwe Ji Cezayên Rojava Dûr Bixe

Alîkarê wezîrê xezîneyê yê Amerîkayê Wally Adeyemo

Alîkarê wezîrê xezîneyê yê Amerîkayê Wally Adeyemo ji Cîgirê wezîrê darayî yê Tirkiyê Yunus Elitas re got ku sazî û kesên Rûsî hewl didin Tirkiyê ji bo derbaskirina cezayên rojavayî yên ku ji ber şerê Moskoyê li Ukraynayê hatine sepandin, bikar bînin.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got, di pêwendiyeke telefonî de, herdu berpirsan herwiha li ser hewlên berdewam ji bo cîbicîkirin û sepandina cezayên li dijî Rûsyayê gotûbêj kirin.

Çavkanî: Reuters