Senator Bob Menendez li Dijî Firotina Balefirên F-16 bo Tirkiyê Radiweste

Senator Bob Menendez

Rêvebiriya Biden ji Kongrêsê re got ku ew amadekariya bo firotina bi bihayê 20 milyar dolarî balefirên şer ên F-16 ji Tirkiyê re dike, çavkaniyên ku bi mijarê agahdar in roja Îniyê got, ev yek bû sedema nerazîbûneke bilez ya qanûndanerekî payebilind ê Amerîkî ku ji mêje li dijî vê rêkeftinê ye.

Wezareta Derve ya Amerîka roja Pêncşemê agahiya nefermî ji Kongrêsê re şand, sê çavkaniyan got, ku komîteyên çavdêriya firotina çekan li Senatê û Civaka Nûneran razîbûna xwe ji bo berdewamkirina peymana pêşniyarkirî diyar kir .

Tirkiyê, endama NATOyê di Cotmeha 2021ê de xwestibû ku 40 balefirên F-16 yên Lockheed Martin Corp (LMT.N) û nêzî 80 kelûpelên nûjenkirinê ji bo balafirên xwe yên şer bikire û vê dawîyê danûstandinên teknîkî yên di navbera herdu aliyan de bi dawî bibûn.

Rêveberiya Biden got ku ew piştgiriyê dide firotanê û bi mehane di gel Kongrêsê bi şêweyekê nefermî peywedî hene da ku erêkirina wê werbigre. Lêbelê, heya nuha nekariye ronahiya kesk werbigre.

Senator Bob Menendez, Serokê Demokratan yê Komîteya Têkiliyên Derve ya Civaka Senatoran di daxuyaniyekê de got, "Wekî ku min gelek caran eşkere kiriye, ez bi tundî li dijî pêşniyara rêveberiya Biden a firotina balafirên nû yên F-16 ji Tirkiyê re radiwestim."

Dema ku firotin hîn di piroseyeke vekolîna nefermî de ye, herwiha pênaçe ku Kongrês vê firotinê pesend bike eger Tirkiye berdewam be li ser redkirina pesedkirina endamtiya Swêd û Fînlanda ya NATOyê .

Her du welatan di Gulana sala borî de dawî li bêalîbûna xwe ya bi dehan salan anî û daxwaza endambûna NATOyê kiribûn ji bu bersivdana êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, lê Tirkiyê nerazîbuna xwe diyarkir û ew welat tometbar kirin ku milîtanan dihewîne, di nav wan de ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya derqanûnî, û daxwaz kir ku gav bên avêtin.

Di konfêranseke rojnamevanî de roja Şemiyê, Îbrahîm Kalin - peyvdarê Serokê Tirkiyê Tayyîp Erdogan û şêwirmendê wî yê sereke yê siyaseta derve - got ku daxwazên Waşintonê yên têkildarî peydakirina firokeyên şer bêdawî ne.

Ev daxuyanî bu yekem car ji hêla Wall Street Journal ve hat ragihandin, di demekê de ku wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu xwe amade dike ku roja Çarşemê serdana Waşintonê bike ji bo danûstandinan, di demekê de ku pirsgirêk di navbera herdu hevalbendên NATOyê de li ser Sûriyê û kirîna çekan berdewam in.

Piştî lêkolîna nefermî, di dema ku serokên komîteyê dikarin pirsan biken yan jî nêgeraniyan derbarê vê firotanê de derxînin, rêveberî dikare bi teknîkî bi ragihandinek fermî pêşde bibe. Lê karbidestekî payebilind yê Amerîkî got ku wî goman heye. Rêvebirîya Amerîka dê di heman rewş da be heya ku Menendez dest ji nerazîbuna xwe bernede.

Menendez di daxuyaniya xwe de got, Erdogan guh nade mafên mirovan û pîvanên demokratîk û "li Tirkiyê û li dijî hevalbendên NATO yên cîran reftarên tirsinak û nearamker dike."

Menendez herwiha got "Heta ku Erdogan dev ji gefên xwe bernede... û wek hevalbendekî pêbawer tevnegere, ez vê firotanê napejirînim."

Menendez her wiha got ku ew pêşwazî li nûçeyên firotina balafirên şer ên nû yên F-35 ji Yewnanîstanê re dike, û Atînayê wekî hevalbenda NATOyê ya pêbawer bi nav kir û got ku ev firota her du welatan bihêz dike ji bo parastina prensîbên hevparên me, di nav de berevaniya me ya hevbş ya demokrasî, mafên mirovan û serweriya hiqûqê xurt dike.

Di sala 2019ê de Tirkiye sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê bi dest xistibû, di encamê de Enqere ji bernameya nifşê nû ya F-35 hat derxistin û dijberiya Kongreya Amerîkayê kir. Nakokiyên bi Washingtonê re hene li ser siyaseta Sûriyê û tomarên Tirkiyê sebaret mafên mirovan û azadiya derbirînê ku karîgerî li biryarên kongirêsî dike.

Çavkanî: Reuters