Dadgeha Bilind a Amerîkayê Dê Daxwaza Pêdaçûnê Ya Trump a Girêdayî Koloradoyê Bibihîze

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump

Dadgeha Bilind a Amerîkayê roja Înê pejirand ku li daxwaza pêdaçûnê ya serokê berê Donald Trump guhdarî bike, li dor biryareke dadwerî ya wîlayeta Koloradoyê ku rê li pêş Trump digre tevlî dengdana seretayî ya Komariyan bibe. Di dozeke siyasî ya nakokbar de ku bandorên mezin li hilbijartinên serokatiyê yên 2024an dike.

Nakokî li dor biryara Dadgeha Bilind a Koloradoyê ya 19ê Kanûnê ye, ku Trump ji dengdana seretayî ya wîlayetê bêpar dike, li ser bingeha zimanê di madeya 14 ya destûra Amerîkayê de. Dadgeha Bilind Kolorado dibêje Trump êrîşa 6ê Çileya 2021an a li ser avahiya Kongrêsê gur kiriye û ji ber vê yekê çê nabe ew posteke giştî wergire.

Dadweran bi lez doz girt û Trump, berbijarê kandîdbûna partiya xwe ji bo rikeberiya serokê Demokrat Joe Biden di hilbijartinên Mijdarê yên Amerîkayê de, roja Çarşemê daxwaza pêdaçûnê pêşkêş kir.

Dadweran diyar kir ku ew ê 8ê Şibatê nîqaşên devkî dest pê bikin. Hilbijartinên seretayî yên Komarî li Koloradoyê dê 5ê Adarê bibin.

Dadgeha Bilind a Amerîkayê li ser daxwazeke cuda ya pêdaçûnê ji aliyê Partiya Komarî ya Koloradoyê ve, tevnegeriya.

Doza Koloradoyê, Dadgeha Bilind ku piraniya wê muhafizekar in (6-3), di nav de jî sê dadwerên ku ji aliyê Trump ve hatine destnîşankirin, dixe nav hewildaneke bêhempa û siyasî ji aliyê dijberên Trump ve ji bo betalkirina helmeta wî ya serokayetiyê.

Berdevkê Trump Steven Cheung pesna biryara dadgehê ya ji bo guhdarîkirina li dozê da, û hewildanên betalkirinê wekî "beşek ji hewildaneke baş fînansekirî ya çalakvanên siyasî yên çepgir ên ku ji bo rawestandina hilbijartina qanûnî ya serok Trump di Mijdarê de kar dikin" anî ziman.

Wezîra Derve ya Koloradoyê Jena Griswold got ku xelkê wîlayeta wê û li seranserî Amerîkayê "mafê ronîkirinê heye li ser gelo kesê ku tevlî êrîşan bibe, dikare bibe kandîdê posta herî bilind a welêt."

Serok Joe Biden di gotarekê de li Pennsylvaniyayê roja Înê Trump wek metirsiyekê li ser demokrasiya Amerîkî binav kir. Biden bi taybetî behsa axaftina Trump a berî êrîşa li ser Kongrêsê kir, ku sê saliya wê îro Şemiyê ye.

Çavkanî: Reuters