Li Amerîka Fişar ji bo Rakirina Bendên Dijî Vîrusa Koronayê Dibe

Firoşgehên wîlayeta Texasê dê nêzîk karibin careke din pêşwaziya bikirên xwe bikin û dê nexweşxane birînsaziyên ne bingehîn careke din dest pê bikin. Li Florida xelk êdî vedigere ser qeraxên deryayê û nava parkan û xwepêşander doza bêhtir dikine.

Hakimên wîlayetan dixwazine abûriyên xwe biparêzin û hest bi germbûnekê dikine ji pilanên serok Donald Trump ên kêmkirina hin bendên rêgirtina li vîrusa koronayê, li gel ku hin cihên nû tûşî vîrusê dibine û şareza huşdariyê didine ku kiryarên bilez renge encamên karesat derxin pêş.

Xwepêşandanên dijî mayîna li mal roja Şemiyê ji aliyê piştgirên Trump ve li hin bajaran bûn.

Xwepêşandan li wîlayetên komarî bûn, di nav de jî li Texasê û li Indiana. Hakimê Texasê Greg Abbott got ew dê hefteya bê dest bi rakirina bendan bike. Hakimê Indiana Eric Holcomb, ku rêkeftinek li gel şeş wîlayetên din îmze kiribû ji bo rakirina bendan, got ew dê fermana mayîna li mal heta roja 1ê meha Gulanê dirêj bike.

Bo cara yekem di nava çend hefteyan de, xelkê karibû serdana qeraxên Florîda bikin, lê bend li dor dem û çalakiyên wan hîn li dar in û qeraxên avê li bajarên mezin hîn girtî ne.

Serokê Amerîka di twîteke xwe de hunderiya xelkê kiribû ku piştgiriya rakirina bendan li hin wîlayetan bikin û gotina rizgarkirina wîlayeta bikar anî.

Wî got:

“Minnesota rizgar bikin, Michigan rizgar bikin, Virginia rizgar bikin.”

Jêder:AP