Biden Dibêje 3 Leşkerên Amerîkî di Êrîşekê de li Urdunê Hatine Kuştin

Serokê Amerîka Joe Biden roja Yekşemê got, sê endamên leşkerên Amerîkî hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn di êrîşeke dronan de li ser hêzên Amerîkî yên ku li bakurê rojhilata Urdunê li nêzîkî sînorê Sûrî bi cih dibin, û wî grûpên ku Îran piştgirîya wan dike bi êrîşê tawanbar kir.

Biden di daxuyaniyekê de got, "Di demekê de ku em hîn rastiyên vê êrîşê kom dikin, em dizanin ku ew ji hêla grûpên çekdar ên radîkal ên ku bi piştgirîya Îranê li Sûriyê û Îraqê kar dikin, pêk hat." Biden got êrîş şeva Şemiyê pêk hat.

Ev kuştin ji destpêka şerê li Gazayê ve, yekem kuştina leşkerên Amerîkî ye li herêmê.

Biden di daxuyaniya xwe ya ku ji aliyê Koşka Spî ve hat belavkirin de got:

"Em ê pêgiriya têkoşîna li dijî terorê bidomînin. Û bêguman - em ê li gor dem û şêwazê xwe kesên êrîşker muhasebe bikin."

Daxuyaniya Biden behsa birîndarbûna leşkeran nekir lê CNN got ku di êrîşê de herî kêm 20 leşker birîndar bûne.

Çavkanî: Reuters