Amerîka îro Pêncşemê li Heseke ya Surîyê droneke Tirkîyê xist.
Karbidestên Amerîka dîyar dikin ku dron nêzî navenda yekîneyên Amerîkî bûne.
Li gor ragihandina karbidestên Amerîkî, dron bombebarkirî bûye û êrîş dibirine ser navendên nêzîk û jibo yekîneyên Amerîkî jî metirsî çêkiriye.
Dron piştî danûstandinên bi leşkerên Tirkîyê re ji alîyê firoka F-16 ya Amerîka hatiye xistin.
Amerîka û Tirkîyê di NATO de hevbendên hevdu ne û li esmên hevkarîyê dikin.
Li Sûrîyê jibo têkoşîna dijî çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi qasî 900 leşkerên Amerîkî hene.
Tirkîyê ser ketina drona wê ti daxuyanî neda.
Jêder: AP