Kurdên Sûrîyê Çawa li Serdema Nû ya Seroktîya Trump Dinêrin?

Piştî serkeftina Donald Trump di hilbijartinên Amerîka de ku dibe serokê 47ê yê wî welatî, Gelo dê rêvebirîya Trump sîyaseteke çawa derbarê Sûrîyê û bi taybetî Rojava de birêve bibe?

Fermandarê Giştî yê HSDê general Mezlûm Ebdî, herwiha Xweserîya Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) jibo serketina di hilbijartinan de Donald Trump pîroz kir û bendewarîyên xwe ji serdema nû ya seroktîya wî parve kirin.

Tê zanîn ku di dema seroktîya Turmp ya berê de, Tirkîyê hin herêmên Kurdî li Sûrîyê dagir kiribûn, Efrîn di sala 2018an de, herwiha Serêkanîyê û Girêspî di sala 2019an de ku Trump wê demê biryara vekişîna hêzên welatê xwe ji hin deverên bakur rojhilata Sûrîyê dabû û vê yekê rê li ber êrîşa Tirkîyê vekiribû.

Lê dîsa jî Trump di bin fişara pir senetor û karbidestên rêvebirîya xwe de beşek ji hêzên welatê xwe li herêmê hîştin ku li gor daneyên Pentagonê niha 900 leşkerên Amerîkî di nava hêzên Koalîsyona Navnetewî de li çend bingehan li bakur rojhilata Sûrîyê bicîh dibin û hevkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di şerê DAIŞê de dikin.

Di bernameya Mijara Rojê de gotûbêj li ser nêrînên Kurdên Sûrîyê ji hilbijartina Trump jibo gera duyê ya seroktîya Amerîka tê kirin, sîyaseteke çawa di dosya Sûrîyê û Kurdan de ji rêvebirîya Trump tê pêşbînî kirin û bandora wê li hevsengîyên heyî û rola faktorên li ser erdê dê çi be.

Mêvana beşê yekê ji Mijara Rojê, Sînem Mihemed Nûnera Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ya Washingtonê ye. Herwiha mêvanên beşê duyê ji bernameyê her du şîrovekarên sîyasî Husên Omer û Dr. Zara Salih in.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Mijara Rojê/Newroz Reşo