Hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê û Bandora Wan li Herêmê

Kongresa Amerîka hefteya borî pêşnîyarek bo vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûrîyê red kir.

Kongresê bi 84 dengan li dijî pêşnûmeyê deng da û 13 dengan jî piştgirî da pêşnîyarê. Pêşnîyar ji alîyê senatorê Komarî Rand Pual ve hatibû danîn.

Li Sûrîyê 900 leşkerên Amerîkî hene ku beşek ji Koalisyona Navnetewî ya dijî DAIŞ'ê ne.

ji 7'ê Cotmeha borî ve ji dema êrîşa Hamasê ser Îsraîlê, milîşyayên bi ser Îranê ve êrîşan tînin ser bingehên Amerîkî li Sûrîyê û Îraqê.

Li alîyekî din, êrîşên Tirkîyê ser herêmên Kurdên Sûrîyê, li gor karbidestên Amerîkî, jîyana leşkerên Amerîkî dixe xeterîyê.

Di 5'ê Cotmehê de bingeha Tilbeyderê ku hêzên Amerîkî û Koalisyonê lê cîh digirin, dronek Tirkîyê ji alîyê leşkerên Amerîkîa ve hate xistin dema bi rengekî metirsîdar nêzîkî bingehê bûbû.

Di nava vê rewşê de, pirs careke din tê holê ka gelo wê hêzên Amerîka ji Sûrîyê vekişîn an na? Çima bi taybet di vê demê de behsa vekişandinê tê kirin?

Ger vekişandina hêzên Amerîkî çêbe, dê encam û bandorên wê yên ser herêmên Kurdên Sûrîyê çawa be?

Li herêmên Kurdên Sûrîyê nêzîkî 27 girtîgehên ku endamên DAIŞ'ê lê girtî ne. Her wisa, kampên Hol û Roj yên taybet bi malbatên Daişê hene ku bêtirî 50 hezar kes li wan dimînin. Gelo vekişandineke hêzên Amerîkî ji Sûrîyê wê çi bandorê ser ewleheya girtîgehan bike?

Çavdêr bawer dikin ku bi hezaran çekdarên DAIŞ'ê li Sûrîyê weke torên veşartî hene. Gelo vekişîna hêzên Amerîkî wê çi bandorê li şerê dijî DAIŞê bike?

Li alîyekî din, wê Tirkîyê, Rûsya, Sûrîye û Îranê çawa sûdê ji vê vekişandinê bigirin?

Ev mijar dê ligel Lêkoler Welîd Çolî ji Navenda Firat û rojnamevan Hoşeng Hesen bi berfirehî tên gotûbêj kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_12_12_2023_US Troops in Syria