Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) îro Sêşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku wê di 48 saetên dawî de li rojhilata Sûrîyê sê operasyonên bi helîkopteran pêk anîn û 6 endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) desteser kirin.
CENTCOM ragihand ku navê yek ji wan kesên ku desteserkirî "El-Zubeydî" ye ku ew berpirsekî payebilind yê eyaleta Sûrîyê yê DAIŞ’ê ye û beşdarî plansazî û hêsankirina êrîşên li Sûrîyê bûye.
Bi alîyekî din ve, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî bi daxuyanîyekê ragihand ku di operasyoneke hevbeş ya bi Koalîsyona navnetewî de berpirsekî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) hatiye girtin.
HSD dîyar kir ku opearsyona hevpar di 16’ê Rêbendanê de li Dêrezorê pêk hat û rêberekî DAIŞ’ê hate desteser kirin ku berpirsê rêkxisin û rêvebirina torên veşartî yên DAIŞ’ê yên li wê deverê bû.