Rojnamevanê Amerîkî Gershkovich li Rûsya Hat Desteser Kirin

Evan Gershkovich

Ajansên Rûsî îro Pêncşemê radigihînin rojnamevanê Amerîkî Evan Gershkovich, ku jibo The Wall Street Journal dixebite, li Rûsya jiber sîxurîyê hatiye desteser kirin.

Servîsa ewlekarî ya Rûsya, FSB dîyar kir ku karên neqanûnî yên welatîyê Amerîkî Evan Gershkovich hatine rawestandin.

FSB dîyar kir ku Wezareta Derve ya Rûsya destûr daye Gershkovich ku ew bixebite.

Medyaya Rûsya dîyar dike ku Gershkovich gumanbar e ku wî sîxurî jibo berjewendîya hikûmeta Amerîka kiriye û ser Rûsya agahî berhev kirine.

Nûçegihanê Amerîkî berî ku di The Wall Street Journal de bixebite, li Moskowê jibo AFP’ê dixebitî û ew berê jî nûçegihanê The Moscow Times ya malpera nûçeyan ya bi Îngîlîzî bû.

Gershkovich bi Rûsî diaxfie. Dêûbavên wî li Amerîka dijîn, lê ew bi eslê xwe ji Yekîtîya Sovyetytê ya berê ne.

Jêder: AFP