Amerîka Şêwirdariyekê ji bo Çûyîna Rûsya Belav Dike

Wezareta derve ya Amerîka şêwirdariyek ji bo çûyîna Rûsya belav kir, û handeraiya geştiyaran kir ku di pilana seferên xwe de “metrisya kiryarên terorîst bidin ber çavan."

Şêwirdariya îro Şemiyê belav dibe di demekê de Rûsya mêvandariya cama cîhanî dike ku yariyên wê li 11 cihên ciyawaz ên welêt birêve diçin.

Ew dibêje,” boneyên wiha mezin û navnetewî dibin armancên balkêş ji bo terorîstan… terorîst renge hewil bidin êrîş bikin cihên boneyê wek yarîgehan, cihên geştiyarî, îstgehên veguhestinê, û cihên giştî.”

Wezareta derve dibêje Rûsya jimara dîplomatên Amerîkî li Rûsya kêm kiriye, û ev bûye sedema ku hikûmeta Amerîkî “şiyanên kêm hebin ji aliyê dabînkirina xizmetan bo welatiyên Amerîkî.”