Serfermandarên Amerîkî û Rûsî jibo Nermkirina Girjîya li Rûsya bi Telefonê Peyîvîne

Russia, US army chiefs hold rare call amid Ukraine escalation

Karbidestên Amerîkî û Rûsî ragihand ku serfermandarên her du alîyan hefteya borî bi telefonê peyîvîne.

Moskow û Washingtonê ragihand ku axaftina navbera serfermandarê giştî yê Rûsî Valery Gerasimov û Serokê Serfermandarîya Hevbeş yê Amerîkî General Charles Brown, di 27’ê Mijdarê de li ser daxwaza Moskowê çêbûye.

Her du fermandar şerê berdewam yê li Ukrayna jî di nav de, çend mijarên girêdayî ewlekarîya cîhanî û herêmî gotûbêj kirine.

Hêjayî balkişandinê ye ku piştî ku Brown di Cotmeha 2023’an de dest bi kar kirîye, cara yekî ye ku ew û hevtayê wî yê Rûsî bi hevdu re dipeyîvin.

Wezareta Berevanî ya Rûsya dîyar kir ku Gerasimov di derbarê hîndarîyên leşkerî yên Rûsan yên li rojhilata Derya Sipî agahî dane Brown.

New York Times ji zarê berdevikê leşkerî yê Amerîkî ragihand ku her du alîyan ser muşekên balîstîk ya hîpersonîk yên nû yên Rûsî, Oreshnik jî axifîne.

CNN jî ragihand ku Brown hatina leşkerên Koreya Bakurî yên nava refên hêzên Rûsî ecizîya Amerîka dîyar kiriye.