Wezareta Derve ya Amerîka Bal Dikşîne Ser Binpekirinên Mafên Kurdan li Tirkîyê

Dîmenê jineke Kurd li Tirkîyê, (AP, 2018)

Wezareta Derve ya Amerîka vê hefteyê raporta xwe ya salane ya ser mafên mirovan dîyar kir, ku rewşa 200 welatan cuda cuda dinirxane.

Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken raporta bi navê ”Raporta 2023’an: Rewşa Welatan ya Ser Mafên Mirovan, ” bi presskonferanseke bi bîragiştî re parve kir.

“Berevanîya azadî û mafên mirovan tiştekî rast e. Ev hevdem bi aweyekî xurt di berjewendîya me ya netewî de ye jî, Jiber ku welatên rêzê li mafên mirovan digirin, bêtir aştiyane dijîn, dewlemend û aram in,“ Blinken got.

Di raportê de, tê ragihandin ku li Tirkîyê Kurd, penaber, kemasîyên etnîkî-olî yên wek Alevî, Ermenî, Cîhû , jin û LGBTI+ rastî gef û tundîyê tên û rojnamevan bi awayekî kefî têne asteng kirin û girtin. Enqerê îdîayên vê raportê red kirine.

Herwiha, bal tê kişandinê ser sînordarkirinên berîya hilbijartinên serokatî û Parlamenê yên Gulana 2023’an, yên wek sînordarkirinên azadîya kombûn, civîn, rêxistinbûn û derbirîna bîr û baweran.

Wezareta Amerîka behsa raportên bawerpêkirî yên kuştinên dij-qanûnî dike, ku hêzên ewlehiyê, polîs û nobedarên girtîgehê wê hatine kirin.

Raport dibêje ku gelek Kurdên sivil jiyana xwe ji dest dane; jiber şerê hikûmetê dijî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku Tirkîye û Amerîka wek rexistineke terorê dibînin. “Kurd bi awayekî bêpîvan bandor bûn. PKK’ê jî di êrîşên xwe de sivîlan dike hedef.“

“Dijî Kurdan gelek êrîş hatin kirin, ku li gor rêxistinên mafên mirovan bi armancên nijadperestî bûn. Astengkirinên ser rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî yên Kurd û alîgirê Kurdan di warên azadîya civîn û rêxistinbûnê de, didomînin. Hikûmetê, li hin hereman ku bi piranî Kurd in, qedexeyên derketina derve ragihand, ku bi gelemperî girêdayê operasyonên dijî PKK-ê bûn. “

Wezareta Derve ya Amerîka dide zanîn ku li Tirkîyê zêdetirî 15 mîlyon Kurd hene û bi zimanê Kurdî diaxifin, lê raport wê balê dikşîne ku Kurd di warê karanîna zimanê de di jiyana rojane û perwerdehîyê de rastî binpekirin û cudakarîyê dimînin.

Eren Keskin

Eren Keskîn, ya ku Hevseroka Komela Mafên Mirovan (ÎHD) ya li Tirkîyê ye, ji Dengê Amerîka re ragihand ku raportên wîha yên jibo rexistin, parêzvan û komên rastî binpekirnan tên pir girîng in.

“Binpekirinên mafan di asta navneteweyî de carek din têne eşkere kirin, belge û piştrast kirin. Loma wek sazî û kesên ku bo azadîya mafan tekoşînê didin jibo me ev raport girîng in, “ Keskîn ji Dengê Amerîka re got.

Keskîn dîyar dike ku li Tirkîyê aniha ti kes nikare behsa mafên mafên mirovan bike.

“Dewleta Tirkîyê niha, ne tenê dijî peymanên navneteweyî yên ku îmza kiriye tevbigere, tewra hiqûqa xwe ya navxweyî naxebitîne. Heta ku goh nade biryarên dadgeha xwe ya herî bilind, Dadgeha Qûnana Bingehîn jî,“ wê got.

Li gor Seroka ÎHD' ê, raportên ser mafan li ser karbidestên Tirkîyê mîna berê zextê çênakin, lê di hawirdorek wiha ya bêhiqûqîyê de dîsa jî pir pêwîst in û divê werin zêde kirin.

“Bi rastî me berê zêdetir encamên êrenî yên raportên Amerîka yan yên navneteweyî ditîn. Mixabin, aniha karbidestên Tirkîyê, di warê mafan de raportan, bang, yan pîvanan nadin berçavan. Lê dîsa jî, li gor bawerî ya min hîn jî ser karbidestsên Tirk bi rêjeyî xwedî bi bador in.“

Raport herwiha dîyar dike ku rojnamevanên ku berê yan jî niha bo dezgehên medya Kurdan dixebitin, sala borî rastî zexteke girîng ya hikûmetê hatin, ku di nav de desteserkirin û girtîn jî hene.

“Hikûmetê bi berdewamî akredîtasyona rojnamevanan red kir, hem yên welatîyên Tirk ku jibo dezgehên navneteweyî dixebitîn, bi taybet yên bi zimanê Kurdî ragihandinê dikirin. “

Rojnamevanên medya Kurd yên di 23’ê Nîsanê li Tirkîyê hatine desteser kirin

Raporta wezareta Amerîka bi berdewamî dîyar dike ku, “Hikûmetê jibo tespîtkirin û cezakirina hin karbidestên ku dibe ku binpêkirina mafên mirovan kirine, gavên bi sînor avêtin”.

Kiran Nazish

Kiran Nazîsh, Rojnamevaneke serbixwe û li Amerîka berpirsa Hevbendîya Jinan ya di Rojnamevanîyê (CFWIJ) ye, ku binpekirênên mafan yên rojnamevanên Kurd li Tirkîyê ji nêz ve dişopîne.

Nazîsh ji Dengê Amerîka re ragihand ku di raporta wezareta derya ya Amerîka de cîhgirtîna binpekirinên mafên ser medya û rojnamevanên Kurd bi taybet girînge.

“Jiber ku rojnamevanên medya Kurd li Tirkîyê di bin şertên pir metirsîdar, êrîşkar û gefbar de karên pir baş dikin, raportên pir girîng radigîhînin. Lê, ew herî kêm du caran rastî binpekirinan tên: hem jibo nasnameya xwe ya rojnamevanîyê û hem jî jiber Kurdbûnê, “Nazish ji Dengê Amerîka re got.

Nazîsh ya ku hevdem profesora xebatên medyayî ye, raporta wezarete derve ya Amerîka rexne jî dike, jiber ku tê de binpekirinên rojnamevanên jin yên Kurd bi taybet tunene.

“Lê, dîsa jî raportên mafan yên navneteweyî jibo hem naskirina keda rojnamevanîya Kurdan, hem jî bal kişandina ser binfekirinên dijî wan pir girîng in. Ev raportana hîşyarkirina karbidestên Tirkîyê ne jî, ku dewlet û rexistinên navneteweyî ji rewşa li Tirkîyê agahdar in ku divê gavên pêwîst bavê jin, “Nazish got.

Wezareta derve ya Tirkîye bi daxuyanîyeke tund raporta Amerîka red kir û ragihand ku wek salên berê nirxandinên tê de bêbingeh in.

“Em careke din destnîşan dikin ku em ti qîmetê nadin vê raporê ku salek din dîsa li ser îdiayên bêbingeh û gotarên derdorên girêdayê rêxistinên terorê hatiye amadekirin, “ wezareta derya ya Tirkîyê got.

Hejayê gotine ye ku Wezareta Derve ya Amerîka, bi erkdarkirina Kongresê ji 1977’an vir ve, ev raporta ku bi gelemperî wek Rapora Mafên Mirovan tê zanîn, amade dike.

Karmendên wezaretê yên li Washington û derveyî Amerîka li nêzî 200 welat û heremên li seranserî cîhanê bi karanîna gelek rêkan rewşa mafên mirovan dişopinîn û belge dikin.