Amerîka Dibêje Pasewanên Peravê Yên Çînê Keştiyên Fîlîpînê Tengav Dikin

Amerîka roja Şemiyê ji Çînê xwest ku destdirêjiya keştiyên Fîlîpînî li Deryaya Çînê ya Başûr rawestîne, û soz da ku li gel Fîlîpîniyan bimîne piştî pevçûneke din a deryayî di navbera her du welatên Asyayî de.

Wezareta derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de got, "Em bang li Pekînê dikin ku dev ji tevgerên xwe yên dijminahî û ne ewle berde."

Fîlîpîniyan roja Înê nobedariya peravê ya Çînê bi "taktîkên êrîşkar" sûcdar kir piştî bûyereke di dema dewriyeya nobedarên peravê ya Fîlîpînê de li nêzî Duyemîn Thomas Shoal a Fîlîpînan, xaleke pevçûnên berê ye ku 195 km dûrî peravê wê ye.

Çînê roja Yekşemê got ew amade ye ku nakokiyên deryayî yên bi welatên nîgeran re li Deryaya Çînê ya Başûr bi şêwirên dostane çareser bike û Amerîka li hember destwerdanê hişyar kir.

Berdevkê wezareta derva ya Çînê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Divê Amerîka wek welatekî li derveyî herêmê destêwerdanê di Deryaya Çînê ya Başûr de neke û wê ji bo çêkirina fitneyê di navbera welatên herêmê da bi kar neyîne."

Duyemîn Thomas Shoal cihê hêzeke piçûk a leşkerî ye li ser keştiyek zexmkirî ya Duyemîn Şerê Cîhanê yê Amerîka ku bi mebest di sala 1999an de hate sekinandin da ku piştgiriya daxwazên Fîlîpîniyan bihêz bike.

Çîn îdîaya serweriya li tevahiya Deryaya Çînê ya Başûr dike, bi "xeta neh xêzî" li ser nexşeyan ku zêdetirî 1,500 km dûrî axa wê ye û dikeve nav deverên aborî yên taybetî yên Viyetnam, Fîlîpîn, Malîzya, Brunei û Endonezyayê. Di sala 2016an de biryareke hukumraniya navnetewî ev xet weke ku tu bingeheke yasayî nîne red kir.

Wezareta derve ya Çînê roja Înê got keştiyên Fîlîpînê ketine nav avên Çînê û bi mebest tevgerên dijminahî kirin.

Wezareta derve got ku Waşinton "bi hevalbendên me yên Fîlîpînî re radiweste, li ser bingeha parastina pîvanên deryayî yên navnetewî."

Çavkanî: Reuters