Washington Sîstema Muşekên Patriot Dide Kîevê 

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku Washington wê alîkarîyeke nû ya 1 mîlyar 800 mîlyon dolarî bide Kîevê.

Di paketa nû de çekên ji depoyên ji Wezareta Derve ya Amerîka, ku bi qasî 1 mîlyar dolar digire, û 800 mîlyon dolar alîkarîya diravî heye.

Washington wê bi vê paketê cara pêşî sîstema berevanîyê ya muşekên Patriotê bide Kîevê.

Hîn nayê zanîn ku ewê sîstema Patriot kengî li enîya Ukrayna were bi cîh kirin.

Sîstema Patriotê asta bilind ya teknolojîyê ye û divê leşkerên Amerîkî hêzên Ukraynî ser karanîna wê perwerde bikin.

Çaverê ye perwerdekirina hêzên Ukraynî, li Almanyayê çend hefteya bidome.

Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî, hêzên Ukraynî heta niha tim li Ewrupa perwerde kirin.