Bi Hezaran Dê Li Washingtonê Salvegera Axaftina Martin Luther King Jr Vejînin

Wêne ji arşîfê ye

Bi hezaran Amerîkî dê roja Şemiyê li Washingtonê bicivin da ku 60-emîn salvegera Meşa li Washingtonê bibîr bînin, ku bûyereke girîng di tevgera mafên sivîl ya Amerîkayê yên 1960an de ye, û tê de Martin Luther King Jr axaftina xwe ya balkêş "xewneke min heye" pêşkêş kir.

Rêveçûna 1963-an zêdetirî 250,000 kes anîn paytexta welêt ji bo daxwaza bidawanîna cûdahiya li ser bingeha nijad, reng, ol, zayend û eslê neteweyî. Pejirandina Yaseya Mafên Sivîl a 1964-an nîşana hêzê bû di vê derbarê de.

Komeleya Neteweyî ya Pêşveçûna Mirovên Rengîn û komên din ên mafên sivîl ve rêveçûna îsal li ber Peykerê Lincoln organîze dike, cihê ku King axaftina xwe ya ji bo wekheviyê lê dabû.

Kimberle Crenshaw, rêvebera kargêrî ya Foruma Siyaseta Afrîkî ya Amerîkî, got ku salveger ji bo welat di demek hestdar de pêk tê.

Serok Joe Biden û Cîgira Serok Kamala Harris roja Duşemê dê li Koşka Spî bi rêkxerên rêveçûnê re bicivin ji bo vejandina bîrananîna civîna sala 1963 di navbera rêkxerên rêveçûna eslî û rêveberiya Serok John F. Kennedy.

Di rêveçûnê de wê gelek ciwanên ku ji çar aliyê welat hatrine, beşdar bibin.

Çavkanî: Reuters