Amerîka û Japonya Wê 28'ê Tîrmehê ser Hevkarîya Ewlekarîyê Bicivin

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtaya xwe ya Japonya Yoko Kamikawa (arşîv).

Wezîrên derve û berevanî yên Amerîka û Japonya wê 28’ê Tîrmehê li Japonyayê ser ewlekarîyê danûstandinê bikin.

Karbidestên payabilind yên herdu welatan ser pêşvebirina hevbendîyê dicivin ku Serokê Amerîka Joe Biden gotibû ewê nûkirineke dîrokî çêbe.

Wezareta Derve ya Japonya îro Duşemê ser hevdîtinan got ku ‘’2+2’’ ye û dîyar kir ku ewê danûstandin ser ‘’jêvegerandina berfireh’’ bin ku ew gotin jibo dijî hevbendên Amerîkî ser karanîna hêzên konvansîyonel û navokî tê karanîn.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken wê di serdanê de bi hevtaya xwe ya Japon Yoko Kamikawa re bicive û Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin jî wê bi hevtayên xwe yên ji Japonya û Koreya Başûr civîneke sêqolî çêke.

Tokyo û Washingtonê meha Nîsanê ragihand ku ewê bi hin hewildanan peywendîyên xwe yên dualî xurt bikin ku Biden ser peymana hevbendîyê ya Amerîka û Japonya ya cara pêşî sala 1951’an hatiye îmza kirin got ku ewê hin nûkirinên dîrokî çêbin.

Herdu dewlet jî dixwazin ku gefên herêmî yên ew difikirin ku ji Çîn, Koreya Bakur û Rûsya çêdibin pûç bibin û li ser vê dixwazin ku hevkarîya ewlekarî û kordînasyona dualî ya leşkerî pêşve bibin.

Balyozê Amerîka yê li Japonya Rahm Emanuel dîyar kir ku ewê ‘’bi danûstandinên 2+2 re ji parastina hevbendîyê derbazî projeksîyona hevbendîyê bibin.’’

Emaneul dîyar kir ku ewê fermandarîya hêzên Amerîka yên li Japonya, Adara pêş bi avabûna fermandîya hevbeş ya Japonya bi hevdu re tevbigerin, ewê jibo dehsalên li pêş dijî kêşeyên ewlekarîyê yên li herêmê hazir bin.

Jêder: Reuters