Amerîka jibo Hemwelatîyên Îsraîlê Rêwîtîya Bê Vîza Radigihîne

Amerîka jibo hemwelatîyên Îsraîlê bernameya bernameya rêwîtîya bê vîza ya 90 rojî da destpê kirin.

Washingtonê di 27’ê Îlonê de, Îsraîl jî di nav de jibo hemwelatîyan 40 dewletan destûra rêwîtîya bê vîza ya 90 rojî ragihandibû.

Wê daxuyanîya 27’ê Îlonê dîyar dikir ku hemwelatîyên Îsraîlê dikarin ji 30’ê Mijdarê pê ve bê vîza derbazî Amerîka bibin.

Lê, Wezareta Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîka ragihand ku bernameya jibo hemwelatîyên Îsraîlê ji niha ve destpê kiriye.

Karbidestên Amerîkî ser sedema guherîna dema jibo hemwelatîyên Îsraîlê ti agahî nedan.

Çend rojan piştî Amerîka, Îsraîl xist bernemaya bê vîza, Hamasê êrîş bir ser başûrê wî welatî û hêzên Îsraîlê jî êrîş birin ser Gaza.

Îsraîl, ku êrîşên xwe yên esmanî didomîne, ji erdê jî hazirîya operasyonekê dike.

Jêder: AP