Dadgeheke Amerîkayê cezayê heta hetayê ji bo çekdarekî berê yê DAIŞê derxist ku di ber revandin û kuştina çend çalakvan û rojnamevanên biyanî de li Sûriyê berpirs bû.
Roja Înê endamê şaneya kuştin û revandinê ya DAIŞê ku wek Beatles tê naskirin, Alexanda Kotey ji aliyê dadgeheke Amerîka ve bi zindanîkirina heta hetayê hat cezakirin.
Alexanda Kotey ê 38-sal î, welatîyê Brîtanyayê bû berîya ku nasnameya wî bê xistin, di Îlona borî de lê mukur hat bi tawanên xwe ku beşdar bû di kuştina çar dîlên Amerîka li Sûriyê, herweha revandin û îşkencedana hejmarek rojnamevan û çalakvanên din yên biyanî.
Sala 2018, Hêzên Sûriya Demokratîk Alexanda Kotey û endamekî din yê wê şaneyê bi navê Şafî Şêx girtin û radestî hêzên Amerîka kirin. Piştre sala 2020 ji bo Amerîka hatin vegerandin da ku bêne dadgehkirin.
Şafî Şêx berî niha di vê mehê de, hemû tawanên ku kirine bi ser de hatin eşkerekirin û piştrastkirin. Biryar e di 19 Tebaxa îsal de bê cezakirin.
Herdû tawanbar li dadgeheke nêzîkî Washingtonê bi amadebûna kesûkarên kuştî û revandiyan hatin dadgehkirin.
HSD tekez kir ku Alexander Kotey di 2018 an dema dixwest bireve Tirkîyê ser sînor ji alîyê Yekîneyên Antî Teror(HAT) dihat şopandin û hat girtin li gel endamê din yê Beatles Şafî Şêx.
Di meha Çile ya sala 2018 ande herdû Daişî hatin vegustin Amerîka û li wir têne dadgehkirin.
Hêjaye bibîrxistinê ye ku di 2014 an de Daişê di vîdyoyekê de rojnamevanê Amerîkî James Foley kuşt.
Di wê vîdeo de Mihemed Emwazî yê Brîtanî ku bi nasnavê "Cîhadî John" tê naskirin axivî. Ew endamê herî navdar ê "The Beatles" bû û di Mijdara 2015an de li Reqayê hat kuştin..
Kotî û Şêx li gel Mihemed Emwazî endamên the Beatles in û di kuştin û işkencekirina dîlên ser destê wê rêxistina terrorîst de beşdar bûn.
Hat zanîn ku li zindana stadum ya Reqayê , her wisa hin zindanên din ne nas heya niha ew qurbanî dihatin işkencekirin.
Tê texmînkirin ku ew vîdeo ya kuştinê li çola başûrî Reqayê hatibû kişandin, ku têde rojanemvanê Amerîkî James Foley tê kuştin ser destê "Cîhadî John", lê heya niha cihê termê wan qurbanîyan ne dîyar e.
Hêjaye gotinê ye ku ev yekemîn car e endamên Daişê yên bîyanî ji herêmên kurdên Sûrîyê tên veguhestin û dadgehkirin li welatê ku tawan derheqê hemwelatîyên wan hat kirin.
Bi kêmanî 9 kesên bîyanî ku ser destê çekdaran yên cûda di şerê Sûrîyê hatine revandin, çarenûsa wan ne dîyar e, mîna karmenda xaca sor ya navnetewyî Luisa Akafi û û rojnamevanê Birîtanî Jon Kantli.
Şopîner bawer dikin ku bi dadgehkirina Alexander û Şafî Şêx doseya windahîyên biyanî ser destê rêxistina terrorîst Daişê wê hin agahîyên winda û veşartî ser wan werin naskirin ku çarenûsa windahîyan were diyarkirin.
Your browser doesn’t support HTML5