Kî ji Dawîhatina Erka Şer ya Hêzên Hevpeymana li Îraqê Qezenc Dike?

Hêzên hevalbend yên bi rêbertîya Amerîka dawî bi erka xwe ya şer li Îraqê anîn û rola wan hêzan wê bimîne di çarçveya şêwirmendî û hînkirina hêzên Îraqî de.

Di meha Tîrmehê de rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden biryara qedandina erka şer yê hêzên koalîsyona navneteweyî li Îraqê heta 31 'ê Kanûna 2021ê da.

Piranîya şarezayên rewşa Îraqê bawer dikin ku milîtanên bi piştgîriya Îranê dê sûdê ji rola lawaztir ya leşkerîya Amerîka dl Iraqê wergirin.

Serokê Navenda Waşan a Rojnamevanîyê Tewfîq Rêkanî dibêje ku vekişandina hêzên şer yên hevpeymana dê bibe sedema zêdebûna bandora milîtanên Şîa yên li derveyî kontrola hikûmetê.

Rêvebirê Akademîya Şengalê ya Perwerdeyê, Mûrad Îsmaîl jî dîyar dike ku Amerîka hevsengîya hêzên li Îraq û derdora wê pêk anî.

Dema hêzên şerker ên Amerîka dûr bin, milîtanên herêmî û aktorên hevsinorên Îraqê dê valahîya ewlekarîyê pir bikin.

Rojnamevan Ebdulhemîd Zêbarî dibêje ku hêzên ewlekarîyê yên Îraqê û pêşmergeyên herêma Kurdistanê jî ne bi temamî jibo parastina sînorên welat amade ne, le vekişîna wan ji tevhîya Îraqîyan re xirab e.

Your browser doesn’t support HTML5

Kî Qazanc Dike Ji Dawîhatina Erkê Şer Yê Hêzên Hevpeymana Di Îraqê De?