Karbidestekî Amerîkî roja Înê got ku Amerîka di hişyariyeka bilind de ye li dor êrîşeke pêkan ji alîyê Îranê ve bo ser samanên Îsraîlî yan Amerîkî li herêmê dike, wek bersivdana êrîşa Îsraîlî li ser balyozxaneya Îranê li Sûrîyê.
"Em bê guman di rewşek bilind a hişyariyê de ne," berpirs got di piştrastkirina raportek CNN de, ku got dibe ku êrîş di hefteya pêş de pêk were.
Balafirên şer ên Îsraîlî roja Duşemê balyozxaneya Îranê li Şamê bombebaran kir, di êrîşekê de ku di encamê de fermandarekî leşkerî yê Îranî hat kuştin û di şerê Îsraîlê yê bi dijberên wê yên herêmî re girjiyeka mezin nîşan da.
Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê got ku heft şêwirmendên leşkerî yên Îranî di êrîşê de mirin, di nav wan de Mihemed Riza Zahedî, fermandarekî payebilind di Hêza Quds a girêdayî Pasdaran de.
Îranê got ku ew mafê "bersiva bi biryar" diparêze.
Serokê Amerîka Joe Biden roja Pênşemê di pêwendiyeke telefonî de bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re gefên Îranê nirxandin.
Berpirsekî payebilind ê rêveberiya Biden got: "Tîmên me ji wê demê ve di nava peywendiyên birêkûpêk û berdewam de ne. Amerîka bi tevahî piştgiriyê dide parastina Îsraîlê li dijî gefên Îranê."
Çavkanî: Reuters