Koşka Spî roja Îniyê girêdana vejandina rêketinana navokî ya sala 2015`an a Îranê bi girtina vekolînên saziya navokî ya Neteweyên Yegirtî de red kir, rojekê piştî vekirina mijarê ji aliyê Îranê ve, li gorî dîplomatekî rojavayî.
Îranê roja Pêncşemê bersiva xwe ya herî dawî şand ji deqeke Yekîtîya Ewrupa ya jibo vejandina peymanê, ku li gorî wê bernameya xwe ya navokî rawestandibû li beramber cezayên aborî yên Amerîka, Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrupî.
Paşê serokê berê yê Amerîka Donald Trump di sala 2018an de dev ji peymanê berda û cezayên Amerîkî ji nû ve sepandin, ev yek bû sedem ku Îran dest bi binpêkirina bendên navokî yên lihevkirinê bike û tirsa Amerîka, Ereb û Israîl zindî bike ku dibe ew hewla çêkirina bombeya atomê dide. Îran hebûna armancên navokî red dike.
Peyvdara Koçka Spî Karine Jean-Pierre got, "Nabe ku ti şert di navbera cîbicîkirina JCPOA û vekolînên têkildarî erkên yasayî yên Îranê yên di çarçoveya Peymana Berfirehkirina Çekan de hebe."
Jean-Pierre amaje bi vekolînên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ya navenda wê li Viyanayê kir, li ser şopên uranyumê yên ku li sê cihên Îranê nehatî ragihandin hatine dîtin.
Çareserkirina lêkolînên bi navê parastinê ji bo ajansa NY girîng e, ku hewil dide aliyên li Lihevkirina Navokî bi dizî maddeyên navokî yên ku bikarin ji bo çêkirina çekan bikar bînin, bernedin.
Karbidestekî payebilind ê Amerîkî di 23ê Tebaxê de got ku Îranê dest ji hin astengên sereke yên vejandina rêkeftina 2015an berdaye, di nav de li ser IAEA, lê xuya ye ku ev mijar hatiye paşxistin.
Dîplomatekî rojavayî yê ku nexwest navê xwe eşkere bike roja Îniyê got ku Îranê di bersiva xwe ya dawî de ev mijar ji nû ve vekiriye, ku Tehran wekî avaker binav dike û Amerîka red dike.
Wezîrê derve yê Îranê vê heftiyê got ku IAEA divê "lêkolînên xwe yên siyasî" yên derbarê xebata navokî ya Tehranê de berde.