Amerîka Di Danûstandinên Navokî Yên Îranê da Behsa 'Pêşveçûnan' Dike Lê Hişyarîyê Jî Dide

Amerîka dibêje ku danûstandinên wê yên nerasterast digel Îranêli ser vejandina peymana navokî ya sala 2015an di gera dawîn da ku roja Înîyê bi dawî bû, pêşkeftineke kêm bi dest xist, lê ew herwiha dibêje ku gelek kar maye ku bihê kirin di navbera Tehran û hêzên cîhanî da berê ku danûstandin têk biçin.

Rayedarekî payebilind ê wezareta derve gote rojnamevanan, du mînakên pêşkeftina gotûbêjên Viyenayê hene ku tê da Amerîka, Îran û pênc hêzên cîhanî wekî navbeynkar di navbera her du aliyan de beşdar dibin.

Ya yekem rêkeftina roja Çarşemê ya Îranê bû ku rê dide Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê ku kamerayan jinûve saz bike ku rê dide çavdêrên Neteweyên Yekgirtî çavdêriya sazîya navokî ya Îranê ya çêkirina santrîfujên pêşketî li bajarê Kerecê bikin.

Ya duyem ku rayedarê Amerîkî destnîşan kirî, têgihîştina hevpar ya Amerîka û Îranê ye ser belgeyeka nivîskîku dê bibe bingehek jibo danûstandinan ka kîjan beşên bernameya navokî ya Îranê dikare bihê rawestandin li hember rakirina ambargoyên Amerîkayê li dijî Tehranê.

Lê karbidestê Amerîkî li hember belgeya nivîskî hişyarî da û got “tiştê ku ber destê me heyî rojeva mijarên ku lêkolîn li ser bihê kirin e, ne çend çareseriyên ku bihên pejirandin. Hêşta gelek kar heye ku bihê kirin."

Dîplomatên Ewrupî jî her wiha hişyarî dan ku ew "bi lez digihêjin dawiya rê".