Rêvebirîya Amerîkî îro Pêncşemê dijî 13 kompanîyên ku li Çîn, Hong Kong û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ne, toleyên nû ragihandin.
Washington wan kompanîyan bi hêsankirina firotina bi nirxê sed mîlyon dolaran berhemên petrokîmya û petrolê yên Îranî li Asya Rojhilat tawanbar dike.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîka da zanîn ku 13 kompanîyên ku îro ketine nava lîsta toleyan, navbeynkarîya firotanan ser navê kompanîyên bin toleyên Amerîkî kirine ku di nav de Kompanîya Petrolê ya Neteweyî ya Îranê û Triliance Petrochemical Co. Ltd. jî hene.
Alîkarê Wezîrê Xezîneyê yê bo Terorîzm û Îstîxbarata Darayî, Brian Nelson got ku Amerîka wê ragihandina toleyan dijî wan aktorên ku van firotanan hêsan dikin, bidomîne.
"Biryara îro careke din nîşan dide ku Îran çawa rêbazên tevlihev bi kar tîne ku ew xwe ji toleyan rizgar bike û bikaribe berhemên petrokîmya û petrolê dervayê rêkên qanûnî bifroşe," Nelson bi berdewam got.
Pêngava herî dawî ya Amerîka ya dijî qaçaxcîtîya petrola Îranê di demekê de tê ku hewlên vejandina peymana navokî ya bi Îranê re rawestîye û peywendîyên Komara Îslamî û welatên Rojavayî jiber xwepêşandanên girseyî yên dijî hikûmetê aloztir bûne.
Hêjayî balkişandinê ye ku Washington di demên dawî de jiber derkirîna berhemên petrokîmyayî yên Îranê, kompanîyên Çînî dike armanca toleyan.