Enflasyona Amerîka di Sibatê de Bilind Bûye

Wezareta Kar ya Amerîkî îro Sêşemê di raportekê de got ku rêjeya enflasyonê di Sibatê de 0.4% zêde bû.

Buhabûna tiştên li bazarên li Amerîkî ya di Sibatê de wek zehmetîyek li pêş Serok Joe Biden û Banka Navendî ya Amerîka dimîne.

Wezareta Kar ya Amerîkî îro Sêşemê di raportekê de got ku rêjeya buhayan bi 0.4% di Sibatê de zêde bûn. Hember wexteke zûtir ya îsal, buhayên bikiran bi rêjeya 3.2% bilind bûne.

Li gor raporta Wezareta Kar, bilindbûna buhayên enerjî, cil, û kirêya xanîyan fakterên serekî bûn jibo bilindbûna rêjeya enflasyonê di Sibatê de.

Tevî van hejmarên bilind, piranîya aborîzanan pêşbînî dikin ku enflasyon îsal wê hêdî hêdî kêm bibe. Rêjeya enflasyonê li Amerîka di Hezîrana 2022’an de gihiştibû 9.1%.

Enflasyon xaleke serekî ya kempeynên hilbijartinên serokatîyê li Amerîkayê ye ku Mijdarê lidar dikevin.

Jêder: AP, Reuters