Koşka Spî: Pirojebiyara Çînê li Dor Hong Kongê Dê bibe Sedema Cezayên Amerîka

Rawêjkarê Ewlekariya Niştimanî yê Koşka Spî Robert O’Brien îro Yekşemê got pirojebiryara Çînê ya ewlekarî ji bo Hong Kongê dê bihêle ku Amerîka cezayan li dijî Şînê bisepîne.

Çîn pilan dike ku ewlekariya niştimanî li ser Hong Kongê bisepîne.

O’Brien li ser kenala NBC got:

“Diyar e, bi vê yaseya ewlekariya niştimanî, ew dixwazine Hing Kongê kontrol bikin.”

Wî got:

“Eger ev yek jî bibe... dê wezîrê derve Pompeo nikaribe pênasînê bi xweseriya Hing Kongê bike û wê demê dê ceza li dijî Hong Kong û Çînê bêne sepandin.”

Berpirsên hikûmeta Amerîkî dibêjin pirojebiryara Çînê ya ewlekariya niştimanî dê xweseriya bajêr bidawî bîne û dê ji bo herdu abûriyên Hong Kongê û Çînê xerab be.

Ew dibêjin ew dê negunce li gel yaseya Amerîkî ya statuya tabet a bajêr, ku hîştiye ew cihê xwe wek navendeka darayî ya cîhanî biparêze.