Amerîka Tevneyên Darayî yên Hizbollah Dike Armanc

Amerîka îro Çarşemê ragihand ku ew cezayan datîne ser çend kesên ku piştgirîya darayî didin grûpa Hizbullah ya Libnanî.

Wezareta Xezîneya Amerîkî eşkere kir ku ew heft kesan dike armanc, di nav de jî herdu welatîyên Qeterî Elî el Benaî û Elî Larî, ku bi dehan mîlyonan dolar bi dizî şandine bo Hizbullah ku Îran pişta wê digire.

Hikûmeta Amerîkî got ku ev ceza bi hemahengî ligel hikûmeta Qeterê hatine danîn.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken da xuya kirin ku Hizbullah “tevneyeke cîhanî ya piştevanên darayî û fîrmeyên sexte bikar tîne da ku piştgirîya çalakîyên xwe yên xirab bike.” Wî herwiha pesnê hevkarîya Qeterê da.

“Ev gav yek ji girîngtirîn karên hevbeş nîşan dide ku me bi welatekî Civata Kendavê re kiriye û hevkarîya me ya dualî di şerê dijî piştgirîya darayî ya terorê de dide xuya kirin,” Bliken di daxuyanîyekê de got.

Li gor Wezareta Xezîneyê, Behreynê jî hesabên bankê yên birazîyê el Benaî li wî welatî cemidandîye û dê sê kesan jî bide darizandin.

Peywendîya Behreynê bi Îranê re ne baş e, lê Qeter peywendîyên baştir bi Tehranê re hene.

Herwiha, Qeter pir caran tê rexne kirin ku ew gelek kiryaran nake da ku rê li ber danheva pereyan li ser axa xwe jibo rêxistinên tundrê bigire. Ev rexne bi giştî girêdayî danheva pereyan bo mîlîtanên Sunnî wekî el Qayde û Talîban.

Hizbullah ya ku di liîsteya terorê ya Amerîka de ye, komeke Şîa ye û li Libnanê xwedî desthilateke siyasî ya mezin e.

Jêder: AFP