Tevî Du Hewlên Kuştina Trump, Nêrînên Xwedîyên Çekan li Amerîka Neguherîne

Berbijarê seroktîya Amerîkayê Donald Trump di demên dawî de bû armanca du hewlên kuştinê ku ya herî dawî vê mehê li lîstîkgeha wî ya golfê li Florida bû.

Dengê Amerîka derbarê van bûyeran ligel çend xwedîyên çekan axifî, lê xuya dike ku nêrîna wan ser qanûnên çekan li Amerîkayê nehatiye guhertin.

Bergumanê hewla kuştina berbijarê Komarî li Florida hate girtin. Di Tîrmehê de êrîşbirekî teqe li Trump di dema mîtîngekê li wîlayeta Pennsylvania kir û di encamê de berbijarê seroktîyê birîndar kir.

Dengê Amerîka ji çend xwedîyên çekan pirsî ka çawa ev hewlên kuştinê bandorê li nêrîna wan ser kontrolkirina çekan di hilbijartinên Mijdarê de dikin.

Matthew Gonzalez, dengderê ji California, dibêje ew bi hewla kuştina Trump şok bû, lê di heman demê de mafê hemû welatîyên Amerîkî ye ku xwe biparêzin.

“Her kesekî xirab dikare destê xwe deyîne ser çekekî. Ev yek gelekî berdest e. Ne tiştekî zehmet e, ewê her gav tiştên wisa biqewimin. Jiber wilo, divê mirov haydar be,” Gonzalez got.

Ji alîyê xwe ve, Nik Clark, çalakvanê mafên çekan, ji Dengê Amerîka re dibêje ku hewlên kuştina Trump nîşan didin ku çawa çek dikarin parastina welatîyên normal û serok bikin.

“Servîsa Nepen biçek e û parastina serok dike. Wan dît çawa kesê êrîşbir çekê xwe amade kiribû. Ne hewce ye her kes çekan hilgire, lê eger bêtir kes çekan jibo xwe parastinê hilgirin, ewê ev tawankar du caran hizir bikin berî ku tiştekî bikin,” Clark got.

Lê li gor Navenda Lêkolînan ya Pew, piranîya Amerîkîyan dibêjin gelekî hêsan ku mirov çekekî li vî welatî bidest bixe û dixwazin ku qanûnên çekan tundtir bibin.

Mallory O’Brien, lêkolera rêgirtina tundûtûjîya çekan li Zanîngeha Johns Hopkins, dibêje her 11 deqeyan kesek li Amerîkayê jiber tundûtûjîya çekan dimire.

“Sedema serekî ya mirina kesên genc, navbera 1 û 17 salî, çek e. Niha rêjeya xwekuştina bi çekan di asta herî bilind de ye,” O’Brien da zanîn.

Wê herwiha diyar kir ku pişkinîn û kontolkirina zêdetir dibe ku alîkarîyê bikin.

Lê Cheryle Rebholz, xwedîya dikaneke firotina çekan, dibêje ku bicîhanîna qanûnên heyî yên çekan baştir e ji ferzkirina qanûnên nû.

“Em wekî xwedîyên çekan, em wan jibo tawanan bikar nayînin. Em berpirs in,” wê got.

Desthilatdar dibêjin çekê ku di hewla yekê ya kuştina Trump de hatibû bikaranîn diyar dibe ku bi awayekî qanûnî hatine kirîn. Bergumanê hewla kuştina Trump ya duyê vê hefteyê bi tawana bidestxistina çek wekî sûcdarekî kevin hate tawanbar kirin.