Hin Beşên Hikûmeta Amerîka Têne Girtin

Bi sedan hezar karmendên Federalî li Amerîka îro Şemiyê rastî girtina hin beşên hikûmeta Amerîkî hatin, piştî ku Demokratan red kir daxwazên serok Donald Trump li dor terxankirina 5 Milyar dolar ji bo avakirina dîwarekî di navbera Amerkîa û Meksîkê de pêk bînin.

Wê mûçeyên bêhtirî 800,000 karmend bên rawestan û bêhtirî nîvê wan jî wê neçar bin bê beramber kar bikin.

Ajansên sereke yên hikûmetê, wek FBI, Nobedarên Sînor û yên Dertyayî wê vekirî bimînin.

Sîstema geştên esmanî, taqîkirina xwarinê, tenduristî û gelek programên bingehîn ên hikûmetê wê karê xwe berdewam bikin.

Mozexane û parekên giştî wê bêne girtin.

Li gor raporteka Demokratan, bêhtirî 420 hezar karmendên bingehîn hene ku wê kar bikin bê ku di dema girtina hikûmetê de pereyan wergirin.

Bêhtirî 380 hezar karmend wê li mal bimînin, di nav de jî hemû karmendên ajansa NASA û wezareta vewejandina bajaran û her wiha 41 hezar karmendên wezareta bazirganî.