Balyozxaneya Amerîkî ya li Bexda Rastî Êrîşekê Hat

Balyozxaneya Amerîkî ya li Bexda îro Çarşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku avahîya wê derengîya şeva Sêşemê rastî êrîşekê hat, lê ti zîyanên canî çênebûn.

Berdevkîya balyozxanê got ku xebatên ser dîyarkirina zarar û sedema wê êrîşê didome û ewê di demeke paştir de, dema lêpirsîna wê bi dawî were, pirtir agahî bidin bîragiştî.

Jêder: Reuters