Hakimê Berê yê Arkansasê Namzetiya xwe bo Seroktiya Amerîka Radigihîne

Asa Hutchinson, hakimê berê yê wîlayeta Arkansasê

Asa Hutchinson, hakimê berê yê wîlayeta Arkansas a başûrê Amerîkî, roja Yekşemê namzediya xwe ji bo seroktiya Amerîka ya 2024 ragihand û got ku divê Donald Trump dev ji pêşbaziyê berde da ku bi pirsgirêkên xwe yên qanûnî re mijûl bibe.

Muhafezekarê 72-salî, ku di heman demê de endamê berê yê Kongreyê ye, di bernameya ABC ya "This Week" de got, "Ez ê bibim namzed ji bo seroktiya Amerîkayê."

"Ez dixwazim alternatîfekê ji Trump re peyda bikim", wî got, û daxuyaniya dawî ya ku heke were sûcdakirin, divê serokê berê ji pêşbaziyê derkeve, dubare kir.

Hutchinson got, "Min her tim gotiye ku ger mirov di bin lêpirsînê de bin ne hewce ye ku dev ji peywira giştî berdin, lê heke ew bigihîje asta tawanên sûcdar ku divê bersiv were dayîn, post her gav ji kesek girîngtir e."

Lê mîna komariyên payebilind ên din, Hutchinson got ku wî rexne li tiştên ku ew di derbarê doznameyê de dizane hene.

Hutchinson soz da ku balê bikişîne ser gelek mijaran, di nav de ewlehiya sînor, aborî û seroktiya Amerîka.

Hutchinson, ku ji wîlayeta serokê berê Bill Clintonê Demokrat e, got: "Divê em li ser seroktiya Amerîka li cîhanê biaxivin. Rûsya û Çîn ji her lawaziyeke ku Amerîka nîşan dide sûdê werdigirin."

Hebûna Trump û bingeha wî ya alîgirên dilsoz ên tund, ku di bin ala tevgera wî ya bi nave Make America Great Again (MAGA) de hatine yekkirin, hişt ku hevrikên Trump ên komarî bi dudilî tevbigerin.

Hakima berê ya Karolînaya Başûr Nikki Haley yekem komarî bû ku ji bo posta seroktiyê daxwaznameyek ragihand, û hakimê Florida Ron DeSantis, her çend hîn nehatiye ragihandin, wekî hevrikê sereke yê Trump tê dîtin.

Hutchinson ji 2015 heta 2023 hakimê Arkansasê bû. Di sala 2021 de, wî qanûnek ku di her rewşê de jiberxwebirinê qedexe dike, ji bilî rizgarkirina jiyana dayikê îmze kir.

Komîteya Neteweyî ya Demokrat roja Yekşemê di daxuyaniyekê de Hutchinson şermezar kir û got, "piştgiriya wî ji Trump û rojeva MAGA re bi xwe diaxive."

Wê got,"ew tenê tundrewekî din e ku ji bo bingeha MAGA beşdarî pêşbaziya ku her diçe berfireh dibe, dibe."

Çavkanî: AFP