Amerîkî li Benda Hilbijartinên Dîrokî Ne

Amerîka êdî li benda roja hilbijartinan e. Hilbijartinên Amerîka, ji 1792'an vir ve her 4 salan carêke, piştî Duşema yekê ya roja Sêşemê têne darxistin û her du sale jî Hilbijartinên Nîvdemî anku Midterm Elections tên lidarxistin.

Ji bilî kêbirkeya seroktî ya navbera Cîgirê Serok Kamala Harris û Serokê berê Donald Trump, li ser dengdanê jimareke hilbijartinên din yên asta netewî, eyaletî û xwecîhî hene.

Sibê hemî 435 kursîyên Civata Nûneran tên hilbijartin erka wan her du salan carekê têne hilbijartin. Dîsa, 34 ji 100 kursîyan Civata Senatoran jî têne hilbijartin ku her senatorek jibo şeş salan tên hilbijartin.

Herwiha, li 11 eyaletan hilbijartinên walîtîyê jî têne kirinû bi hezaran hilbijartinên din yên jibo qanûndanerên eyaletan, bajarvan, postên civata bajarvanîyan têne hilbijartin.

Di hilbijartinên sibê de dîsa li ser mijarên curbicur yên mafê jiberbirina zarokan anku kurtajê yan mafê karanîna mariuana de, wek referandum nêrînên gel têne pirsîn.

Istanên Qada Şer yan Eyaletên Biryarder Çi Ne?

Heft eyaletên ku pêşbirka di navbera Harris û Trump de herî nêzîk ev in: Pennsylvania, Georgia, North Carolina, Michigan, Arizona, Wisconsin û Nevada. Istanên biryarder anku qada şer her hilbijartinê dest diguherînin loma jî ji wan re herwiha wîlayetên destguhertok jî tên gotin.

Desteya Hilbijeran Çi Ye û Çawa Dixebite?

Dema ku hilbijêrên Amerîkî dengên xwe jibo seroktîyê didin, ew rasterast dengê xwe nadin berbijarê xwe yê seroktîyê, lê nûnerên xwe yên di Desteya Hilbijeran de. 538 endamên Desteya Hilbijeran ji her 50 eyaletan û paytext Washington DC têne bijartin û eyaletên herî mezin herî zêde bandor dikin û nûnertîya xwe yên di Kongressê de dikin. Jibo destxistina posta seroktîyê, berbijarek divê piranîya herî hindik 270 dengên wergire.

Li Amerîka roja hilbijartinê di navbera 2'yê Mijdarê û 8'ê Mijdarê de diguhere.

Di van hilbijartinan de xencî serokekî nû, herwih hemî 435 endamên Civata Nûneran û 35 ji 100 endamên Civata Senatoran û walîyên 11 eyaletan tên hilbijartin.

Di van hilbijartinan de îhtîmal heye ku Partîya Demokrat piranîya xwe ya di Civata Senatoran de û Partîya Komarî jî dikare kontrola Civata Nûneran hinda bikin.

Dîroka Hilbijartinên Amerîkî

Di salên damezrandina Amerîka de, mafê dengdanê û hilbijartinê tenê jibo dewlemendên xwedîyê erd hebû.

Jiber ku roja Şemîye cotkaran berhemên xwe dibirin bazarê û roja Yekşeman jî roja çûyîna dêrê ye û herwiha her Duşema yekê ya Mijdarê jî bo Katolîkan cejneke olî ye, biryar hat dayîn ku hilbijartinên giştî yên Amerîkî roja Sêşemê werin kirin.

Çend Agahîyên Belkêş yên Hilbijartinên Amerîkî

Hilbijartinên Amerîka bi rengan jî têne zanîn. Rengê Demokratan şîn e û yê Komarîyan jî sor e.

Eyaletên ku partî serdest in wek "eyaletên sor" yan "eyaletên şîn" têne bi nav kirin.

Şert û awayên dengdanê li her yek eyaletê cuda ye, lê li gelek eyaletan mafê dengdana pêşdem heye ku hemwelatî dikanin berî roja hilbijartinan bi jimareke rêkan dengê xwe bidin.

Sîstema Kongresa Amerîkî

Hilbijartin bi armanca parastina hevsengîya di navbera eyaletan, bi vî rengî tê çê kirin ku her eyalet jibo Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka ya bi 435 endaman, li gor nifûsa xwe nûneran hildibijêre, lê tevahîya eyaletan jibo Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka dikarin vekhew tenê 2 senatoran hilbijêrin.

Civata Nûneran, beşa jêrîn ya Kongresa Amerîka ye û bi giştî 435 kursîyên wê hene. Hilbijartinên vê civatê her du salan carekê tên nû kirin. Endamên wê di asta federal de nûnertîya gel dikin.

Hejmara endamên wê ji her eyaletê, li gor nifûsa giştî ya wê eyaletê tên dîyar kirin. Li gor encamên serjimêrîya gîştî, ku her 10 salan carekê tê kirin, dibe ku hejmara kursîyên eyaletan ya Civata Nûneran biguhere.

Jibo berbijarîya Civata Nûneran şert ev e ku berbijar 25 salî be û 7 sal hemwelatîya Amerîka be.

Sîstema seroktîya Amerîka, beşên qanûndanîn û rêvebirîyê bi tevahî ji hev cuda kirîye anku sîstema cihêbûna hêzên desthildar heye.

Civata Senatoran, civata jorîn ya Kongresê ye û ji 100 endaman pêk tê. Bê ku çiqas şenîya wê heye, her istan xwedîyê 2 senator in.

Ji sêyan yekê Civata Senatoran bi hilbijartinan her 2 salan carekê tê nû kirin û di hilbijartinên seroktîya Amerîka de jî, ji sêyan yekê Civata Senatoran tê hilbijartin û her senator 6 sal li ser erka xwe dimîne.

Li gor Qanûna Bingehîn ya Amerîka, her kesekî/e 30 salî û ger herî kêm 9 salan hemwelatîyê Amerîka be, dikare ji eyaleta ku dijî bo Civata Senatoran bibe berbijar.

Senato, wek civata jorîn, xwedîyê çend pêşnîyar û hêzên erêkirinê yên taybetî ye: erêkirina peymanan û erêkirina destnîşankirina wezîran, endamên dadgeha bilind, dadwerên federal û karbidestên payebilind yên artêşa Amerîka.

Pêşnivîsa qanûnan li her du civatan jî cuda cuda têne nîqaş kirin û dengdan li ser wan tên kirin.

Ger di navbera qanûnên ku li her du civatan de hatine pejirandin de cudahî hebe, pirsgirêk ji hêla komîsyoneke hevpar ve tê çareser kirin û pêşnivîsa qanûna lihevkirî jibo erêkirinê ji serok re tê şandin.