Giringîya Hilbijartinên Amerîka ya jibo Tirkîyê Çi Ye?

Hilbijartinên Amerîkî wek hemî dinyayê, li Tirkîyê jî jinêzve tên şopandin û çavên desthilatî û opozîsyonê li ser van hilbijartinan in.

Medya Tirkîyê jî her roj li ser berberîyên Kamala Harris û Donald Trump bernameyên taybet çêdikin. Di piranîya şîroveyan de piştî serketina Harris an jî Trump li ser îhtîmalên sîyasî radiwestin. Yên ku nêzî hikûmetê ne bêtir pesna Trump, yên din jî yên Harris dikin.

Serokê Enstîtuya Polîtîkaya Derve Huseyîn Bagci ji Dengê Amerîka re got ku li Tirkîyê mêylek ber bi Trump ve heye.

“Perspektîfa giştî ya li Tirkîyê ew e ku baştir e Donald Trump serketî be jiber ku Kamala Harris wek berdewamîya polîtîkayên Biden tê dîtin. Polîtîkayên Biden yên hemberî Tirkîyê di van demên dawî de rêyeke neyînî dişopînin. Di rewşa her du namzedan de, jibo Tirkîyê jî erênî û neyinî hene, lê nêrînek heye ku îhtîmala serketina Donald Trump zêdetir be.”

Tê zanîn ku têkilîyên Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li gor Joe Biden baştir bûn, lê li gel Kamala Harris çawa bibe zêde agahî tunene. Jiber vê jî li Tirkîyê bawerîyek heye ku heke Harris serkeftî bibe, wê têkilîyên Tirkîyê û Amerîka pirtir pirsgirêkan derxînin holê.

Di demên dawî de hin gotinên Trump yên piştgirîdayîna Îsraîlê, yên li ser tunekirina Hamas û Hizbullah di serê berpirsên Tirkîyê de dibe sedema fikaran.

Pisporê peywendîyên navnetewî Yunus Emre Erdolen ji Dengê Amerîka re got ku piştî hilbijartinan sîyaseta Amerîkî ya li ser Ukrayna û Sûrîyê wê zelaltir be.

“Dema ku Kamala Harris dibêje ku divê alîkarîya leşkerî ya ji bo Ukraynayê bidome, Donald Trump dijbêje ku divê demûdest ev alîkarî were sekinandin. Di rewşa wiha de dîyar e ku Tirkîye pêkane têkeve bin bandora vê sîyasetê. Ger Trump bibe serok, Tirkîyê dikare roleke çalaktir bilîze. Heke Kamala Harris were lîstina vê rolê wê gelek zehmet be.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku piştî hilbijartinên Amerîka têkilîyên Tirkîyê û Amerîka di warê aborî, leşkerî û dîplomatîk wê jinûve were dîzaynkirin. Lê ewê bi kîjan rengî an jî alî ve be ti şiklekî dîyar naxuye.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_US_Elections_Tr_10_30_2024