Amerîka Piştrast Dike ku Rûsya Sîstema 'Dijî Satelîtê' Pêşve Dibe

Amerîka roja Pêncşemê piştrast kir ku Rûsya çekekî dijî satelîtê pêşve dibe. Ev yek derket holê piştî ku endamekî Kongresê Amerîkî hişyarîya metirsîyeke ewlekarîya netewî da.

Karbidestên Koşka Sipî dibêjin dibe ku ev teknolojî peymana qexedakirina çekên wêrankarîya giştî li valahîya esmên binpê dike.

John Kirby, berdevkê Koşka Sipî, diyar kir ku tişta Rûsya ser kar dike girêdayî şîyana antî-satelîtê ye.

“Ez dixwazim du tiştan ji serî de zelal bikim. Yek, ev ne şiyaneke çalak ye ku hatiye şandin. Tevî ku heza Rûsya jibo vê şîyanê cihê xembarîyê ye, ti metirsîyeke demûdest ser ewlekarîya kesî tune ye. Em ne behsa çekekî din dikin ku dikare li dijî mirovan bê bikaranîn yan wêranîya ser erdê pêk bîne,” Kirby di preskonferansekê de ragihand.

Kongresa Amerîkî roja Pêncşemê civîneke girtî derbarê vê mijarê pêk anî.

Endamê Civata Nûneran ya Kongresê, Mike Turner, ku pêşî hişyarî derbarê vê metirsîyê dabû, li civîna ligel karbidestên Rêvebirîya Serok Joe Biden amade bû.

“Em hemû ji wir derketin û hestek ligel me peyda bû ku hikûmet vê meselê gelekî cidî werdigire û planeke wê heye,” Turner got.

Karbidestên Pentagon dibêjin ku Hêza Valahîya Esmanî ya Amerîkî amade ye ku berevanîyê bike. Şîrovekar jî dibêjin ku leşkerîya Amerîkî metirsîyên li esmanan baş dibîne.

Todd Harrison, lêkolerê Enstituya American Enterprise, dide zanîn ku berê mijara valahîya esmanî ne tiştekî serekî bû di ajendeya dezgehên berevanîyê de.

“Lê niha ew erkekî serekî ye jibo her kesekî li Pentagonê. Ew di vê derbarê de pêş ve diçin,” wî ji Dengê Amerîka re dîyar kir.

Gelek çalakîyên ser erdê, wekî sîstemên cîhanê yên çûnûhatina gistî, sîstemên leşkerî û salelîtên keşûhewayê, ji valahîya esman tên kontrolkirin.

Harrison got ku welatên din jî ji vê yekê haydar in û ew jî teknolojîya xwe ya leşkerî pêşve dibin.

“Em valahîyê jibo gelek tiştan di leşkerîyê de bikar tînin. Eger welatekî hevrik valahî ji me stand û şiyana bikaranîna wan sîstemên valahîyê ji me bir, ewê yek ji advantajên herî mezin yên leşkerîya Amerîkî tune bikin. Lewra, ev bûye çend sal ku welatên din, wekî Rûsya û Çîn bi taybet, karînên dijî satelîtê pêşve dibin.”

Kirby, yê ku got dibe ku Rûsya bi vê kiryarê Peymana Valahîy Esmanî binpê dike, dibêje ku gava yekê ya Washington diplomatîk e.

"Em plan dikin ku bi awayekî rasterast derbarê vê yekê danûstandinê ligel Rûsya bikin, û herwiha ligel hevpar û hevalbendên me."

Pisporên kontrolkirina çekan balê dikişînin ser wê yekê ku peymana sala 1967an derencaman destnîşan nake. Lê ew dibêjin ku binpêkirinek dê hişyarîyê bide welatên din jî.

Daryl Kimball, ji Komeleya Kontrolkirina Çekan, dibêje ev yek dê bandore li aborîya cîhanî bike.

“Çîn dê zêde xembar be, Hindistan dê gelekî xembar be, welatên ku peywendîya wan ligel Rûsya ji ya ligel me baştir e. Loma, ez bawer dikim wê rexnegirtineke tund hebe. Dibe ku ew yek bes be ku Rûsya bi paş ve vegere.”

Raporta Anita Powell.