Amerîka Pêşbîniya Tolvedanên Abûrî ji Çînê Dike

Amerîka Îro Yekşemê got ew pêşbîniya wê yekê dike ku Çîn jî bacên gumrigê bide ser berhemên Amerîkî piştî ku serokê Amerîka bacên giran dan ser berhemên Çînî yên derbasî Amerîka dibin.

Mezinê rawêjkarên abûrî yên Koşka Sipî Larry Kudlow îro Yekşemê ji kenala Fox News re got ku herdû alî jî wê di encama van bacên giran rastî tengasiyan bên.

Li aliyê Amerîka, wî got renge barê herî giran li ser milê cotkaran be, ku ew paqleyên soya, garis û genim difroşin Çînê. Lê wî got rêvebiriya Trump, berî van bacan, alîkariya cotkaran bi 12 milyar dolar kiriye û eger pêwîstî hebe wê hîn jî destê alîkariyê ji wan re dirêj ke.

Trump roja Înê rêjeya bacên gumrigê li ser berhemên Çînê yên bi nirxa 200 milyar dolar ji 10% bo 25 % bilind kir û dixwaze bacan bide ser 300 milyarên din jî.

Kudlow got wê bi mehan dirêj ke ta ku bac bi temamî bêne sepandin.

Çînê berê bac dane ser 110 milyar dolar berhemên Amerîkî, lê hîn diyar nekiriye wê çawa bersiva van bacên dawî yên Trump bide.