Amerîka Bernameya NY Ser Rêzgirtina Reîsî Boykot Kir

Amerîka îro Pêncşemê rêzgirtina Neteweyên Yekbûyî ya jibo Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî boykot kir, bi sedema ku rola wî "di gelek binpêkirinên hovane yên mafên mirovan de hene" û divê Neteweyên Yekbûyî li şûna rêzgirtinê, li kelêka gelê Îranê be.

Berdevikê mîsyona Amerîkî li Neteweyên Yekbûyî, Nate Evans got ku Amerîka bi ti awayî beşdarî bûyera rêzgirtinê ya îro ya Neteweyên Yekbûyî jibo Reîsî nabe.

"Reîsî, kuştinkarîyên bê dadwerî yên bi hezaran girtîyên sîyasî yên sala 1988’an jî di nav de, beşdarî gelek binpêkirinên mafên mirovan yên hovane bû. Hin ji binpêkirinên mafên mirovan yên herî xirab, yên belgekirî, di dema erka wî wî de qewimîn," Evans got.

Reîsî yê tundrê, ku wek şûngirê rêberê bilind yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî dihat dîtin, di 19’ê Gulanê de di encama ketina helîkopterê de miribû.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 193 endamî, jibo rêzgirtina her rêberekî cîhanê, ku di dema mirina xwe de serokê dewletekê bû, civîna rêzgirtinê pêk tîne.

Di merasîma 50 deqeyî ya jibo rêzgirtina Reîsî de ji alîyê dewletan û komên herêmî ve axaftin hatin pêşkêş kirin.

Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku Reîsî, wek dozgerekî ciwan li Tehranê, di desteyeke biryarder de cîh girt ku di 1988’an de çavdêrîya darvekirina bi sedan girtîyên sîyasî li Tehranê kir.