Bernameke Taybet a Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka

Serokê nûhilbijartî yê Amerîka Joe Biden û cîgira nûhilbijartî ya Biden Kamala Harris doh Şemiyê gotara xwe ya serkeftinê li wîlayeta Delaware pêşkêş kir.

Biden di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku xelkê Amerîka axaftina xwe kir û hejmara dengan a herî bilind di dîroka Amerîka de, da wî û cîgira wî.

Gotara serkeftinê ya herduyan hat piştî ku wî wîlayeta Pennsyvania qezenc kir, ku 20 dengên desteya hilbijêran(Electoral College) hene.

Biden û Kamala karibûn xwe bigehînin asta dengên pwîst ku 270'ê dengên desteya hilbijêran in.

Di vê bernameya taybet de, Belên Salih û Salih Demîcer behsa wê gotarê û pêvajoyên dawî di derbarê hilbijartinan de, dikin.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Bernameya Taybet