Tîrêj: Rolê Tirkiyê Piştî Vekêşana Hêzên Amerîka ji Afganistanê

Helweşana lezgin ya hêzên leşkerê Afganistanê li hember çekdarên Taliban rewşeke nû û pir aloz bo proseya vekêşana hêzên NATO, herwesa bo sivîlên Afganî yên li gel hêzên Amerîka kar dikirin peyda kir.

Di heman demê de, ev rewşa ne aram bo eger ku hejmarek zor ya sivîlan berê xwe bidin welatên herêmê û ji wana Tirkiye û nişana qeyraneke din ye mirovanî derdixîne holê.

Tirkiye weko beşek ji NATO 500 serbaz li Afganistanê hebû û dixwest firokxana Kabul birêve bibe piştî dema diyar kirî ye vekîşanê li 31 meha Tebaxê, lê Taliban daxwaz û heza Tirkiye red kir.

Red kirna Taliban dawî li hêvîyên Tirkiyê ne anî, hikumeta Tirkiyê dixwaze bi bi rêya peywendiyên dualî hebûna xwe li Afgansitanê qaym bike, jiber ku Afganistanê girngiyek sitratîjik heye bo Tirkiyê li Asiya Navûn.

Bermana Tirêj zêdetir liser vê mijarş rewesta digel Şîrovekarî sîyasî Mehmet Alkiş û nivîskar Îbrahîm Kureken.

Your browser doesn’t support HTML5

Tirêj #122