Reuters: Kêşeyên Aborî Dikare Bandorê li Hibijartina Alîgirên Biden Bike

Biden

Anketeke nû ya Reuters/Ipsosê nîşan da hin Amerîkîyên di hilbijartinên 2020’an de deng dane Joe Biden yê Demokrat difikrin ku di seroktîya wî de aborî xirab bûye û ew dikarin di hilbijartinên 2024’an de dengên xwe nedin wî.

Biden, ku di hilbijartinên 2020’an de, Donald Turmp yê Komarî yê serokê Amerîka yê wê çaxê têk biribû, dibe ku di hilbijartinên 2024’an de careke din derkeve hember wî.

Trump, ku jibo berbijarîya seroktîyê ya Partîya Komarî ya 2024’an li pêş e, do jiber doza ser mudaxaleya li encamên hilbijartinên 2020’an derket pêş dadgehê û tawanbarkirinên dijî wî red kirin.

Di anketê de ji beşdaran pirsa ‘’Eger hilbijartin îro çêbin tuyê dengê xwe bidî kê?’’ hat pirsîn.

19 ji sedê beşdarên ku di hilbijartinên 2020’an de dengên xwe dane Biden dîyar kirin ew tam nizanin ewê dengê xwe bidin û ew dixwazin ku xêncî Biden û Trump, dengê xwe bidin berbijarekî din.

6 ji sedê beşdarên ku dengên xwe dane Biden gotin ku ewê di hilbijartinên pêş de dengên xwe bidin Trump.

42 ji sedê beşdarên ku di hilbijartinên 2020’an de dengên xwe dane Biden dîyar dikin ku aborî li gor 2020’an îro hîn xirab e û 33 ji sedê dibêjin ku aborî hîn baştir e, 24 ji sedê jî dibêjin wek berê ye.

Ji Ipsosê Chris Jackson got ku ew rêje jiber bihabûna jîyanê û enflasyonê çêbûne û dîyar kir ku li pêş Biden hîn dem heye ku ew hilbijêran îqna bike.

Jackson da zanîn ku hin hilbijêr jî her çiqas ji Biden dûr neketine jî ew dixwazin ku ji alîyê darayî ve di rewşeke çêtir de bin û dixwazin bibînin ku Biden jibo vê yekê di hewildanekê de ye.

78 ji sedê beşadrên ku di 2020’an de dengên xwe dane Biden dibêjin ku ew ji performansa seroktîyê ya Biden razî ne.

Ji temamê beşdarên anketê rêjeya hilbijêrên ji performansa Biden razî 40 ji sedê ye.

Kempeyna hilbijartinê ya Biden ser encama hilbijartinê Reuters/Ipsosê ti daxuyanî neda.

Jêder: Reuters