Almanya Dixwaze Ursula von Der Leyen Seroktîya Konseya Ewrupa Bidomîne

APTOPIX European Election Belgium

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê jêderên hikûmeta Almanya ragihand ku serokwezîrê welêt Olaf Scholz wê roja Duşemê di civîna rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) de jibo Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen dewra duyê pêşnîyar bike.

Von der Leyen ya Alman ji 2019’an vir ve Seroka Komîsyona Ewrupa ye û vê mehê piştî ku Partîya Gel ya Ewrupa (EPP), ku partîyeke li navend û rastê ye, di hilbijartinên Parlamana Ewrupa de kursî bi dest xwe xistin ew jî xurttir bû.

Jibo von der Leyen careke din bibe Seroka Komîsyona Ewrupa divê piştgirîya piranîya rêberên Ewrupî û Parlamana Ewrupa bistîne.

Dîplomatên Alman dîyar dikin ku çaverê ye berî hilcivîna YE ya 28-29’ê Hezîranê jibo karên payabilind yên yekîtîyê hin biryarên ne fermî werin dayîn.

Bi rêberên netewî yên EPP’ê û tevî piştgirîya Almanya û Fransa piranîyê bi dest xwe dixe.

Jêder: Reuters