Polîsan hejmarek bi behaneya binpêkirinên "Ewlehiyê" desteser kirin piştî ku xwepêşandaneke protestoyî pêkhat bi armanca şermezar kirina kêmkirina astê avê li Gola Urmiyê li bakurê rojavayê Îranê ku weke mezintirîn gola avê li rojhilata navîn tê dîtin, weke ajana fermî ya Îranê radigihîne.
Ajansa fermî ya IRNA, roja Yekşemê ragihand ku berpirsê polîsan li parêzgeha Azerbaycana Rojava Rehîm Cîhanbexş gotiye : "hejmarek têkder û minafiq hatine destnîşan kirin û desteser kirin, yên ku mebesta wan tenê wêrankirina mal û milkên giştîye û binpêkirina ewlehiya xelkî" ye di wê tevgera protestoyî de.
In the wake of the protests by the people of Urmia-Iran for failing to address the drying problem of Lake Urmia,the repressive forces of Khamenei%27s dictatorial regime implemented strict security measures to prevent the spread of protests in the city#IranProtests #دریاچه_ارومیه pic.twitter.com/TAtbHR0oQf
— atusa sabagh (@goodbadatusa) July 16, 2022
Ev jî wî çaxî hat piştî ku ajansa FARIS roja Şemiyê ragihand bû ku "bi 10an xelk daketin kolanên bajarê Naxade û Urmiyê jiber kêmbûna astê ava gola Urmiyê ku hikûmet bêxeme û karek nake ji bo rêgirtina li hember hişkbûna ava gola Urmiyê".
Hat zanîn ku kesên protestokar sloganên weke "Gola Urmiyê dimir e, û Parleman biryara mirina wê dide" û "Gola Urmiyê Tîne," di xwepêşandanê de hatine bilind kirin.
Gola Urmiyê ji sala 1995ê û heta niha astê ava wê kêm dibe ya ku dikeve herêmeke çiyayî di navbera parêzgeha Tebirêz û Urmiyê de, ku gola herî şûre li cîhanê û rêjeya xwê di ava wê de zêde ye.
Hişkbûna ava gola Urmiyê weke felaketa herî mezin ya jîngehê li wê herêmê tê nas kirin di çarek sedya borî de, jiber ku giringî pê nayê dan û guherîna klîmayê jî bandorek mezin li ser heye, lê hikûmetê dabû zanîn ku di 4 salên borî de gola Urmiyê astê ava xwe zêdetir kirîye.
Ava 13 çemên ku tên ser gola Urmiyê weke çavkaniya herî mezin ya ava wê golê ye, jiber ku ew li herêmeke şehgirtîye ku ciyê giringî dana navnetewîye li gor peymana Ramsar ya erdê şehgirtî ya li sala 1971ê hatî îmze kirin bi çavdêriya Netewên Yekbûyî.
Ji hejî bîrxistinê ye ku di mehên dawî de li gelek herêmên Îranê bi taybet yên li navend û başûrê rojavayê welat xwepêşandanên jiber kêmbûna avê pêkahtine.
Çavkanî: AFP/Alhurra